Li ser Pira Kirimê çûn û hatin hat rawestandin û 2 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşekê bo ser Pira Kirimê ya di bin kontrola Rûsyayê de, çûn û hatina li ser wê pirê hat rawestandin. Li gor agahiyan, 2 kesan di êrîşê de canê xwe ji dest dane. Moskow, Ukraynayê bi pêkanîna êrîşê tometbar dike.
Komîteya Têkoşîna Dijî Terorê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê êrîşî Pira Kirimê kir û ew êriş weke êrîşeke terorê binav kir.
Komîteyê bi nivîskî ragihand ku bişev bi saeta herêmî di saet 03.05an da li dijî Pira Kirimê êrîş hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên taybet ên Ukraynayê ev êrîş kirin, ji bo vê jî 2 wesayîtên behrê yên bêmirov bi kar anîn.
Hat gotin ev êrîş “êrîşeke terorê ye”, der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 kes hatin kuştin, zarokek birîndar bû, di encama êrîşê de zerar li beşeke rêya pireyê bûye û ew pir ji çûn û hatin re hate rawestandin
Berdevka Wezareta Derva ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, êrîşa li dijî Pira Kirimê bi destê Ukraynayê hat kirin.
Kirim ji bo Rûsyayê herêmeke stratejîk e û ji sala 2014 an û vir ve di bin kontrola wê de ye, lê hikûmeta Ukraynayê dibêje ku ew ê ti carî dest jê bernede.