Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 3 kes mirin, 8 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê di êrişeke çekdarî ya li xwaringehekê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya NBC Newsê, li herêma Crown Heights a Brooklynê li xwaringeha bi navê "Taste Of The City Lounge" êrişeke çekdarî pêk hatiye.
Komîsera Departmana Polîsê New Yorkê (NYPD) Jessica Tisch di konferanseke rojnamegeriyê de diyar kir ku di bûyerê de çend êrişkar hebûne û lêpirsîn berdewam dike û heta niha ti kes nehatiye desteserkirin.
Jessica Tischê diyar kir ku di êrişê de 2 mêrên 27 û 35 salî û mêrekî ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin canê xwe ji dest daye.
Wê her wiha got ku 8 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhastin û rewşa wan baş e.