Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê (BMZ) ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta wan 2024an 15 milyon euro ji bo avedankirina Şingalê xerc kirine.
Wezaretê her wiha got ku Almanya alîkariya vegera penaber û koçberên navxweyî û tevlîbûna wan a bi civaka Îraqê re dike.
Berdevkekî Wezareta Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê derbarê dabînkirina projeyên mirovî ji bo Kurdên Êzidî yên koçber ên li Îraq û Herêma Kurdistanê di e-mailekê de bersiva Tora Medyayî ya Rûdawê da.
"Projeyên ji bo Êzidiyan berdewam dikin"
Wî berdevkî ragihand ku ji sala 2014an ve bi alîkariya Hikûmeta Almanyayê nêzîkî 5 milyon koçberên navxweyî li Îraqê vegeriyane cihên xwe.
Wî amaje pê kir, “Ew projeyên avedankirinê yên ji bo civaka Êzidî dê berdewam bikin.”
Wezaretê her wiha got ku ew di çarçoveya 11 projeyan de li Şingalê çalak in û projeyên wan ên wekî çavdêriya derûnî û civakî û jinûveavakirinê bi taybetî di warê çandiniyê de hene.
Li gorî gotina berdevkê wezaretê, ji destpêka şerê DAIŞê ve, wate ji sala 2014an ve, Almanyayê ji bo avedankirinê zêdetirî du milyar euroyî li Îraqê xerc kiriye.
Di rûbirûbûna astengiyên wekî parastina yekîtiya civakî û aramkariya Îraqê de, Wezaretê got ku ew dê wekî hevpareke nêzîk a Îraqê bimînin, bi taybetî di jinûve tevlîkirina penaber û koçberan de, wekî civaka Êzidî.
Alîkariya mirovî rawestand
14ê Tebaxê jî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re gotibû, Îraq dikare dahata xwe bi rêya çavkaniyên xwe yên xwezayî zêde bike, ji ber vê yekê wî welatî ji sala 2023yan ve alîkariyên mirovî rawestandine.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, di paşerojê de jî dê di warên aborî, enerjî û mijara guherîna avhewayê de li gel Îraq û Herêma Kurdistanê hevkar û hevaheng be lê dê zêdetir hewl bide berpirsyariyê bide Îraqê.
Li gorî wê wezaretê, bi baweriya Almanyayê, rewşa Îraqê "baş bûye" û êdî pêwîstiya Bexdayê bi alîkariya mirovî nemaye.
Wezaretê ducare kir ku Berlîn dê wekî "hevparekî nêzîk" ê Bexdayê bimîne.
2,6 milyar euro jî ji bo aramiya li Îraqê
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, di navbera salên 2014 û 2022yan de, hikûmeta wî welatî 800 milyon euro ji bo alîkariya mirovî û 2,6 milyar euro jî ji bo aramkariyê li Îraqê xerc kirine.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê destnîşan kir ku piştî têkçûna rêxistina DAIŞê, welatê wan bi awayekî berfireh bi rêya "alîkariya mirovî, bipêşketin û rêkarên aramkirinê" alîkariya Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê kiriye.
Li gorî wezaretê, Berlînê projeyên çareseriya derûnî û civakî dabîn kirine û alîkariya qurbanî û rizgarbûyên destê DAIŞê kiriye da ku ew jinûve jêhatî bibin û wan êşên ku kişandine ji bîr bikin.
Alîkariya Almanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dê çawa be?
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê alîkariyên paşerojê de jî got:
"Niha Almanya di warê geşepêdanê de alîkariya Îraqê dike û projeyên şaristaniyê bi pêş dixe.
Em dixwazin geşbûna aborî zûtir bi pêş bixin û ewlehiya enerjiyê dabîn bikin."
Li gorî nêrîna Almanyayê, guherînên avhewayê bûne metirsî li ser Îraqê û "Ji bo xwe guncandina bi encamên guherîna keşûhewayê re, em alîkariya Îraqê dikin."
Her wiha wekî ku wezaretê amaje pê daye, rêxistinên wekî "Komeleya Almanî ya ji bo Hevkariya Navneteweyî" (GIZ), "Banka Krediyê ya Avedankirinê" (KfW) û rêxistinên civaka medenî û yên ser bi dêrên Almanî ve dê li Îraqê berdewam bin.
Li gorî Wezareta Karên Derve, Hikûmeta Almanyayê dixwaze "alîkariyan bi pêş bixe" da ku "zêdetir berpirsyariyê bide aliyên Îraqî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse