Ekvadorê Hemas, Hizbulah û Pasdarên Îranê xistin lîsteya terorê
Hewlêr (Rûdaw) - Welatê Amerîkaya Başûr Ekvadorê ragihand ku wan Hemas, Hizbulah û Supaya Pasdaran a Îranê xistine lîsteya xwe ya rêxistinên terorê.
Hikûmetê di daxuyaniyekê de diyar kir ku biryarname ji aliyê Serokkomar Daniel Noboa ve hatiye îmzekirin.
Li gorî biryarnameyê Hemas, Hizbulah û Supaya Pasdaran a Îranê li lîsteya rêxistinên terorê hatine zêdekirin.
“Îhtimal heye ku ev rêxistin…”
Di biryarnameya navborî de wiha hatiye gotin, "Îhtimal heye ku ev rêxistin ji bo gelê Ekvadorê, nîzama heyî ya welêt, serwerî, yekparçeyiya dewletê û nîzama giştî gefê çêbikin.
Ji ber vê yekê, nêzîkatiyeke wekî pîvanên ku Amerîkayê di polînîzekirina van koman de wekî 'rêxistinên terorê' şopandiye, hatiye nîşandan."
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ekvadorê de, hikûmetê li ser bingeha rapora ku ji aliyê Navenda Îstixbarata Niştimanî ve hatiye amadekirin, Hemas, Hizbulah û Pasdarên Îranê xistine vê lîsteyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di dema xwe ya yekem de 8ê Nîsana 2019an ragihandibû ku Supaya Pasdaran li lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî yên Amerîkayê hatiye zêdekirin.
Li hemberî vê, Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê jî 16ê Nîsana 2019an ragihandibû ku wan Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) xistiye lîsteya rêxistinên terorê.