John Allen serdana welatên Kendavê dike

Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka bo Bevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê John Allen dê serdana welatên Kendavê bike.

Koşka Spî ragihand ku, John Allen dê hefteyekê li welatên Kendavê bimîne, da ku li wir ligel hevpeymaniyê xwe bicive û hevahengiyê bikin li dijî DAIŞê.

Duhî Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka bo Bevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê dixwaze roja Yekşenê serdana welatên Kendavê bike û dê geşta wê hefteyekê dirêj bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve: “John Allen dê Yekşemê çend gotûbêjên 2 alî ligel berpirsên ewlehî û siyasî yên: Riyaz, Kiweyt, Ebû Zebî, Dewha, Mename pêk bîne û behsa pêşkeftinên hevpeymaniya navdewletî û çend mijarên din ên navçeyê bikin.”