Gelo Zohran Mamdani ber bi serokatiya Şaredariya New Yorkê ve diçe?

New York (Rûdaw) - Xelkê New Yorkê doh êvarî du saetan bi kelecaneke mezin li dîbeyteke hestiyar a hilbijartinên şaredariyê temaşe kir.

Vê dîbeytê ji ber namzediya kesayetiyekî Misilman bala cîhanê kişandiye ser xwe û di qada siyasî ya New Yorkê de guherîneke berbiçav çêkiriye.

Zohran Mamdaniyê Misilman û namzedê Demokratan niha wekî namzedê herî bihêz derdikeve pêş.

Li gorî rapirsiyan, Mamdanî dê meha bê bibe şaredarê paytexta sermayedariya cîhanê û wî baleke mezin kişandiye ser xwe.

Namzedan beşeke mezin a dîbeytê ji bo nîqaşkirina siyaseta derve veqetand.

Ev yek nîşan dide ku bandora pirsgirêkên cîhanî gihiştiye navenda siyaseta navxweyî ya Amerîkayê jî.

Gengeşeya namzedan li ser mijarên cîhanî

Endamê Encumena New Yorkê û namzedê serokatiya şaredariyê Zohran Mamdani hevrikê xwe Andrew Cuomo bi tundî rexne kir.

Zohran Mamdani got, "Dagirkerî amajeyeke bi yasaya navneteweyî û binpêkirina wê ku birêz Cuomo qet girîngiyê nade wê, ji ber ku di dema vê jenosîdê de got ku amade ye bibe parêzerê parastina Benjamin Netanyahu."

Namzedê serokatiya şaredariyê yê serbixwe Andrew Cuomo jî bersiv da Zohran Mamdani û got:

“Endamê encumenê Hemasê şermezar nake. Endamê encumenê Hesen Payker şermezar nake ku gotibû Amerîkayê 11ê Îlonê heq kiribû."

Namzedê serokatiya şaredariyê yê Komariyan Curtis Sliwa hewl da ku rewşê aram bike û got:

"Divabû Serokê Amerîkayê ji aliyê we Zohran Mamdani û Andrew Cuomo ve bihata pesinandin.

Wê roja ku wî ew hevpeymaniya navneteweyî ava kir. Ji Rojhilata Navîn û Kendava Farisê hatibûn Misirê.

Ez ji bo pêkanîna aştiyê li Xezeyê teqez pesnê wî didim."

Curtis Sliwa: Ez namzedê yasa û parastinê me

Piştî dîbeytê, namzedê Partiya Komariyan Curtis Sliwa ji Rûdawê re axivî û got:

"Ez bawer im min bi zelalî xwe wekî namzedê yasa û parastinê nîşan da. Wan nebûna tecrûbe û nebûna têgihiştina xwe nîşan da.

Nav û dengê vî bajarî wisa derketiye ku macûna diranan kilît dike, pêwîst e em wî navî veguherînin bajarekî ku tawankaran digire."

Rapirsiyên dawî nîşan didin ku Zohran Mamdani 13 pûanan li pêşiya kesê duyem e ku ew jî Andrew Cuomo ye.

Mamdani xwe wekî sosyal demokrat bi nav dike û hinek alîgirên wî eşkere dikin ku ji ber giranbûna jiyanê ew dê dengê xwe bidin wî.

Nişteciha New Yorkê Leslie Bentley ji Rûdawê re got, "Bihayê xaniyan li cihê ku ez berê lê dijiyam, ango Washington DC, gelekî bilind bû û ez neçar mam ku jê derkevim.

Her wiha min teze ew der terikand ji ber tiştên ku niha li wir diqewimin.

Zohran kesek e ku ez bawer im dê bajêr biparêze, bi awayekî ku min nekarî (parêzerekî bi vî rengî) li Washingtonê bibînim."

"Zohran komunîst e"

Dijberekî Mamdani li derveyî cihê dîbeytê pankartek bilind kir ku li ser "Zohran komunîst e" dinivîsî.

Niştecihê New Yorkê Raul Rivera got, "Destpêkê, ev bêrêziya wî ya li hemberî vî welatî û vî bajarî  di nav de kîndariya vMehmûd Mamdani heye.

Bavê wî kîn û nefretê li dijî vî welatî û Îsraîlê belav dike. Ti hezkirina wan ji bo vî welatî nîne."

Hemû namzed ji ber mercên darayî û hejmara dengan nekarîn beşdarî dîbeytê bibin.

Namzeda serokatiya şaredariyê ya serbixwe Irene Estrada jî ji Rûdawê re got:

"Xemgîniya min ew e ku navenda darayî ya kampanyaya hilbijartinê, ez bawer im pêwîst e şêwazên karên xwe biguherîne, ji ber ku rê nade hemû namzedan ku dema wan a li ser televîzyonê hebe."

Namzed dê hefteya pêşiya me dîbeyta xwe ya dawî pêk bînin û ji bo roja hilbijartinê ya 4ê Çiriya Paşîn tenê sê hefte mane.