RAPIRSÎ - Ciwanên koçber ji Almanan zêdetir bi artêşê bawer in
Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Şarezayan a Xweguncandin û Koçberiyê ragihand ku li gorî rapirsiyeke nû, ciwanên xwedî paşxaneya koçberiyê ji hevtemenên xwe yên Alman zêdetir bi artêşa Almanyayê bawer in.
Encumena Şarezayan a Xweguncandin û Koçberiyê (SVR) diyar dike ku nêzîkî 2 milyon ciwanên xwedî paşxaneya koçberiyê hene û ew dikarin valahiyên di nav artêşê de dagirin.
Encumenê doh encamên rapirsiyekê derbarê potansiyela ciwanên biyanî ya ji bo artêşa Almanyayê eşkere kirin.
Di rapirsiyê de hat eşkerekirin ku ciwanên biyanî di nav artêşê de kêm in lê ew potansiyeleke mezin in.
Li gorî rapirsiyê ji destpêka şerê Ukraynayê ve pêdivî bi berfirehkirina artêşê heye.
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê jî gotiye ku divê artêş heta sala 2035an hejmara leşkerên xwe yên çalak ji 180 hezarî derxe 260 hezarî.
Du milyon ciwanên bi paşxaneya koçberiyê li Almanyayê hene
Encumena Şarezayan a Xweguncandin û Koçberiyê ragihaand ku tevî vê potansiyelê rêjeya Almanên xwedî paşxaneya koçberiyê ne di nav artêşê de "kêm e" û "tenê" ji sedî 8,9 e.
Li gorî rapirsiyê, ji nifûsa giştî ya Almanyayê nêzîkî 13 milyon kes xwedî paşxaneya koçberiyê ne û ew dikarin beşdarî artêşê bibin.
Nivîskarê rapirsiyê û Alîkarê Serokê Beşa Lêkolînê yê Encumena Şarezayan a Xweguncandin û Koçberiyê Dr. Fabian Gulzau eşkere kir ku ji dehan sê ciwanên Alman ên temenê wan di navbera 15 û 24 salan de ne xwedî paşxaneya koçberiyê ne û hejmara wan digihîje 2 milyonan.
Rapirsî nîşan dide ku ji sedî 77ê wan ciwanan "bi temamî" yan "heta radeyekê" bi artêşa Almanyayê bawer in.
Dr. Fabian Gulzau di wê baweriyê de ye ku ev ciwan "ji bo wergirtina artêşê potansiyeleke mezin in."
Lêkoler Dr. Gulzau got, "Welatiyên Alman ên xwedî paşxaneya koçberiyê ne baweriya wan bi artêşa Almanyayê heye û ew baweriyeke xurt e.
Ev bawerî dikare tevlîbûna di artêşê de zêdetir bike."
Sûdwergirtina ji şiyanên zimanî
Li gorî nivîskarên rapirsiyê, artêşa Almanyayê heger wan ciwanan wergire dê ji şiyanên ziman yên wan ciwanan sûdê wergire.
Lêkoler di wê baweriyê de ne ku tevlîbûna ciwanên koçber a nava artêşê dê "têgihiştina demokrasiyê û berpirsyariyê" ya wan ciwanan jî "bi hêz bike."
Ev amar encamên rapirsiya Encumena Şarezayan a Xweguncandin û Koçberiyê ya sala 2024an in.
Rapirsî di navbera Çiriya Paşîn a 2023yan û Tîrmeha 2024an de hatiye kirin û 15 hezar kes beşdarî rapirsiyê bûne.
Encumena Şarezayan a Xweguncandin û Koçberiyê ji pisporên gelek saziyên Almanyayê yên wekî Saziya Vodafone, Volkswagen û Bertelsmannê pêk tê.
Encumen wekî saziyeke "serbixwe û zanistî" li ser mijarên xweguncandin û koçberiyê lêkolînan dike.