Li Başkurdistanê teqîn, 8 kes birîndar bûn

17-10-2025
Nîşan Komara Başkurdistanê Teqîn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komara Başkurdistanê ya girêdayî Rûsyayê Radîy Xabîrov ragihand ku li bajarê Sterlitamakê di teqîneke li kargehekê de 8 kes birîndar bûne.

Xabîrov di daxuyaniya xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê de diyar kir ku teqîn li kargeha bi navê "Avangard"ê a li bajarê Sterlitamakê çêbûye.

Wî da zanîn ku atolyeyeke kargehê zirareke mezin dîtiye û ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê didomin û got:

"Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn. Alîkariya bijîşkî ya pêwîst ji birîndaran re tê dayîn.

Karkerên din ên kargehê li derveyî qada teqînê ne. Sedema bûyerê tê lêkolînkirin."

Kargeha Avangardê

Kargeha dewletê ya federal Avangard, sala 1943yan di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ji bo dabînkirina cebilxaneyê ji artêşa Rûsyayê re dest bi fealiyetê kir.

Li kargeha ku fermanên dewletê bi cih tîne, madeyên teqemenî û kîmyewî tên hilberandin û her wiha çek û amûrên leşkerî yên ku dema wan derbas bûye tên îmhakirin.

Komara Başkurdistanê

Komara Başkurdistanê komareke federal a girêdayî Rûsyayê ye.

Ew dikeve navbera Çemê Îdîlê (Volga) û Çiyayên Uralê. Paytexta wê bajarê Ufayê ye.

Li gorî hejmartina nifûsê ya sala 2010an, Başkurdistan bi nifûsa xwe ya 4,072,292 kesan yek ji komarên herî qerebalix ên Rûsyayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst