Malbateke Kurd li ser sînor ji hev hatin veqetandin
Hewlêr (Rûdaw) - Penaberekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê li ser sînorî Belarû û Polandê li benda bavê xwe ye ew bi hêviya wê yekê ye ku bavê wî bikare sînor derbas bike, ji ber ku dibêje dema 12 salan dibe dê û bavê xwe nedîtiye, lê dê û bavê wî li ser sînorê Polandê ji hev hatine veqetandin
Koçberê bi navê Zeyd dibêje ku hefteyekê berî niha dayîk û babê wî sînor derbas kirin lê ji aliyê Polandê ve hatin girtin, dayîka wî bo nexweşxaneyê hatiye şandin û bavê wî hatiye vegerandin.
Koçeberê bi navê Zeyd got "Êdî pêwendiya me bi wî re nîne. Şeva ku li sînor hatin binçavkirin, telefona xwe da dayika min ji ber ku pê bawer bû wê bi hev re bimînin. Nedizanî ku wê ji hev bên veqetandin."
Zeyd destnîşan kir ku dayîk û bave wî 25 rojan bê xwarin di navbera sînorê Belarû û Polonyayê de mabûn, tiştên li ser sînor dîtin di şerê Sûriyê de nedîtine bê ku av av derman û xwarin bigihêje wan. Tiştên li ser sînor dîtin di şerê Sûriyê de nedîtine. Ji dema ku hatine heta niha 2 caran dayka xwe dîtiye lê ew ji ber bavê xwe dilgiran e.
Herwiha Zeyd ragihand ew pir nîgerane nikare behsa hasten xwe bike, dibêje ku dê û bavên wî 6 caran xwestine sînor derbas bikin lê ji aliyê polonyayê ve hatine vegerandin. Dayîk û bavê Zeyd jê re gotine ew dixwazin vegerin lê niha vegerîn zehmete.
Zeyd got "Ez 25 km dûrî dê û bavê xwe me lê nikarim biçim wan bibînim, telefonî wan bikim... Zehmet e, ev hest nikare bê vegotin."
Bi hezaran koçber li ser sinorên Belarûs û Polonyayê asê mane , ew di rewşeke pir xerab dene polonya rê nade wan ku derbas bibin.
Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê biryar da ku 700 hezar Euro weke alîkariya bilez pêşkêşî koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandê bike