Senatoya Amerîkayê li dijî Tirkiyê biryareke nû pesend kir
Hewlêr (Rûdaw) – Senatoya Amerîkayê sepandina sizayan a bi ser Tirkiyê de pesend kir.
Ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî ji aliyê wî welatî ve, ji aliyê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê proje-yasayek hatibû qebûlkirin, îro Senatoya Amerîkayê ew proje yasa pesend kir.
Piştî vê qonaxê proje-yasa dê ji bo îmzekirinê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re were pêşkeşkirin.
Di wê proje-yasayê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgeriyeke mezin li ser Tirkiyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser ser aborî û pîşesaziya Tirkiyê de ji xalên girîng ên wê ne.
Proje-yasa ji ber kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, veguhestina firokeyên şer ên F-35 bo Tirkiyê qedexe dike ku di hilberînê de hevbeşê Amerîkayê ye.
Herwiha proje-yasaya navborî sizayan ji bo projeya TurkAkim jî lixwe digire.
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bersiv da û dibêje: “Bila gumana ti kesî nebe ku li dijî van tevgerên li hember Tirkiyeyê, dê tedbîrên pêwîst werin sitendin."