Ban Ki-moon ji Rûdawê re got: Cîhan ji serdema DAIŞê xetertir e

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon got, “Cîhan ji serdema DAIŞê xetertir e.”

Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon taybet ji Rûdawê re axivî û hişyariyeke cidî da.

Ban Ki-moon got ku rewşa niha ya cîhanê ji wê demê xetertir e ku DAIŞê beşeke mezin a Îraq û Sûriyeyê kontrol kiribû.

Ban Ki-moon li New Yorkê bersiva pirsên  Rûdawê da û wî li ser rewşa Sûriyeyê û kuştina 3 leşkerên Amerîkayê dilgirianiya xwe anî zimên û got:

"Îro li gorî serdema DAIŞê, rewşa cîhanê ji gelek aliyan ve xerabtir bûye."

“Çekdarên DAIŞê di nav dezgehên Sûriyeyê de ne”

Kuştina 3 leşkerên Amerîkayê ji aliyê efserekî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ve, bû sedema nîqaşên nû.

Pispor dibêjin ku ev bûyer nîşan dide ku bawerî bi hêzên nû yên Sûriyeyê zehmet e.

Birêvebirê Navenda Soufan û pisporê terorê Colin Clarke ji Rûdawê re diyar kir ku parvekirina zanyariyên îstixbaratî bi Şamê re metirsîdar e.

Colin Clarke sedema vê yekê wiha rave kir:

"Metirsiyeke rastîn heye. Çekdarên DAIŞê ketine nava refên dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê.

Eger em zanyariyan bi wan re parve bikin, ev agahî dê bikevin destê DAIŞê."

“HSD di daxwaza xwe de mafdar derket”

Medyaya Amerîkayê balê dikişîne ser helwesta Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

HSDyê her tim digot ku ew naxwazin hêzên xwe bi temamî tevlî artêşa Sûriyeyê bikin, ji ber ku baweriya wan bi sîstema ewlehiyê ya Şamê nîne.

Pispor dibêjin ku ev êrişa dawî ya li ser Amerîkiyan, nîşan da ku fikarên HSDyê di cihê xwe de ne û hincetên wan ên ji bo "xweseriya leşkerî" bihêztir kirin.

“Bandor li me nebûye”

Tevî van metirsiyan, Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku pêwendiyên wan bi Sûriyeyê re baş in.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Farhan Haq ji Rûdawê re got, "Ev bûyereke karesatbar e lê bandor li ser xebatên karmendên me yên li Sûriyeyê nekiriye."