Cezayên Sezar radibin: Projeyasa çû ber destê Trump

Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê deng da ku yasaya cezayên "Sezar" a li ser Sûriyeyê were betalkirin.

Projeyasa ji bo îmzekirinê çû ber destê Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ev gav rastî salvegera yekem a rûxîna desthilata Esed tê.

Senatoya Amerîkayê (Meclisa Pîran) îro bi 77 dengên erê û 20 dengên na, projeyasaya budceya parastinê (NDAA) pesend kir.

Di projeyasayê de xalek heye ku daxwaza betalkirina temamî ya "Yasaya Parastina Sivîlên Sûriyeyê" ya ku wekî "Yasaya Sezar" tê naskirin dike.

Kongreya Amerîkayê (Meclisa Nûneran) jî hefteya borî ew projeyasaya ku ji 3 hezar rûpelan pêk tê pesend kiribû.

Niha tenê îmzeya Donald Trump maye û 14 roj li pêşiya wî ne ku biryara dawî li ser bide.

Biryareke dîrokî di salvegera rûxîna Esed de

Yasaya Sezar 2019an di xula yekem a serokatiya Trump de hatibû îmzekirin.

Armanc jê cezadana Beşar Esed û hevpeymanên wî (Rûsya û Îran) bû ku berpirsên kuştina zêdetirî 500 hezar Sûriyeyiyan bûn.

Yasa ceza li ser her kes û aliyî disepand ku bazirganiyê bi hikûmeta Sûriyeyê re bike yan alîkariya wê bike, bi taybetî di sektorên avahîsazî, enerjî, endezyarî û esmanî de.

Tevî ku desthilata Esed Kanûna Pêşîn a 2024an bi destê hêzên mixalefetê yên bi serkêşiya Ehmed Şer rûxiya jî yasa heta niha wekî xwe mabû.

Ehmed Şer meha borî li Koşka Spî bi Trump re civiyabû û jê xwestibû ku cezayan rake çimkî "Ew li pêşiya vejîna aboriya Sûriyeyê ya piştî şer asteng in."

Hewldanên dîplomatîk û soza Trump

Derbaskirina vê biryarê piştî dan û standinên çend hefteyan ên di navbera Kongre û Koşka Spî de hat.

Birêvebiriya Trump zexteke zêde kir ji bo betalkirina yasayê.

Ev yek di çarçoveya wê soza Trump de bû ku meha gulanê dabû da ku hemû cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Endama Senatoyê Jeanne Shaheen û Endamê Kongreyê Joe Wilson serkêşiya hewldanên ji bo betalkirina bêmerç a Yasaya Sezar kir.

Wan her du endamên Senato û Kongreyê di gotareke hevbeş de gotibû:

"Ew cezayên ku li Esed hatibûn sepandin, niha bûne sedema qutbûna Sûriyeyê ya ji cîhanê.

Niha derfeteke dîrokî li pêşiya me ye ji bo aramkirina herêmê û guncandina wê bi berjewendiyên me re."

Çavdêrîkirina rewşa Sûriyeyê

Her çi qasî betalkirina Yasaya Sezar bêmerç be jî lê projeyasa daxwazê ji Serokê Amerîkayê dike ku bo maweyê 4 salan, her 6 mehan carekê raporekê pêşkêşî Kongreyê bike derbarê bipêşketinên Şamê yên di çend mijarên sereke de, wekî:

- Derkirina çekdarên biyanî ji Sûriyeyê.

- Rêzgirtina li mafên kêmîneyan.

- Pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îsraîlê re.

Li gorî biryarê, eger hikûmeta Sûriyeyê di maweyê salekê de di wan mijaran de bipêşketinê nîşan nede, Serokê Amerîkayê dikare desthilata xwe bi kar bîne ji bo sepandina cezayên takekesî û diyarkirî li ser berpirsên wî welatî.