Tom Barrack li ser lihevkirina HSD û hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack li ser peymana agirbestê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyek da.

Barrack ev pêngav wekî "xalekî werçerxanê" bi nav kir û tekez kir ku Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ne.

Tom Barrack di daxuyaniya xwe de ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewldanên erênî yên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê yên ji bo gihîştina peymana agirbestê pîroz dike.

Barrack destnîşan kir ku ev yek rê li ber diyaloga nû û hevkariya ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve vedike.

"Du serkirdeyên mezin"

Nûnerê Amerîkayê pesnê Serokkomarî Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî da û got:

"Du serkirdeyên mezin ên Sûriyeyî ku xwedî vîzyona hevpar a rizgarkirina welat û gelê xwe ji zordariyê ne, niha hatine ba hev da ku paşerojeke geştir ji bo hemû Sûriyeyiyan ava bikin.

Ev peyman û agirbest xaleke girîng a werçerxanê temsîl dike ku tê de dijberên berê şirîkatiyê li şûna dubendiyê hildibijêrin."

"Kurd parçeyekî bingehîn in"

Tom Barrack bal kişand ser gotinên Ehmed Şer û got, "Serok Şer tekez kir ku Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ne."

Barrack her wiha got ku Amerîka li bendê ye hevkarê xwe yê dîrokî yê di şerê li dijî DAIŞê de (HSD) bi endamê herî nû yê Hevpeymaniya Navneteweyî (Sûriye) re bi awayekî bêkêmasî bibe yek.

"Karê zehmet nû dest pê dike"

Nûnerê Amerîkayê diyar kir ku karê zehmet ê temamkirina hûrgiliyên peymana yekbûnê ya berfireh nû dest pê dike û wiha axivî:

"Amerîka di her qonaxê de bi awayekî xurt li pişta vê pêvajoyê ye.

Em di heman demê de berjewendiyên xwe yên girîng ên ewlehiya neteweyî di têkbirina bermayiyên DAIŞê de diparêzin û Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn a wêrek a Serok Trump bi pêş dixin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev gav dê hêsankariyê bike ji bo ku hevkarên Kurd ên demdirêj bi temamî tevlî Sûriyeyeke yekgirtî û berfireh bibin ku berjewendî û mafên hemû welatiyan diparêze.