‘Dengê Efrînê digihînim serokên cîhanê’

Munchen (Rûdaw) – Çalakvana Kurd a ji Efrînê Adûla Dado ragihand, ku ew di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Ewropî de hewl dide dengê xwe bigihîne hemû aliyan da ku şerê li Efrînê bidawî bibe.

 

Adûla Dado, di dema Konferansa Asayişê ya Munchenê de ji Rûdawê re ragihand, “Ez hatime derdê gelê xwe bigihînim hemû serokên cîhanê. Ev 28 roj in Efrîn ketiye ber êrîşan. Mirovên sivîl tên kuştin. Zêdetirî 200 mirovan hatine kuştin û 300 jî birîndar in. Ez behsa kuştiyên leşkeran jî nakim.”

 

Dado da zanîn, ku heta niha wê li gel Serokwezîrê Lûksenbûrgê re hevdîtin kiriye û got: “Wî soz da min da ku dengê Kurdan û bi taybetî jî Kurdên Êzidî bigihîne Vatîkanê û Parlamentoya Ewropayê.”

 

Çalakvan Dado ku di heman demê de Kurdeke Êzidî ye da zanîn, ku wê li gel Wezareta Derve ya Almanyayê jî hevdîtinek pêk aniye û daxwazên xwe pêşkeşî wan jî kiriye.

 

Adûla Dado da xuyakirin: “Em ditirsin tişta ku li Şingal, Kobanî û Mûsilê çêbûye li Efrînê jî dubare bibe.”

 

Derbarê daxwazên xwe jî Adûla Dado diyar kir, “Beriya hemû tiştan em dixwazin êrîşên esmanî rawestin. Ji ber ku di bombebarana firokeyan de gelek mirovên medenî ziyanê dibînin. Herwiha tê gotin, ku di bombeyan de gazên jehrî jî tên bikaranîn. Belgeyên derbarê vê de dê bigihin destê me. Nexweşxaneya Efrînê dibêje dibe gaza sarîn be.”