Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê hert tim dergûşa pêkvejiyana pêkhateyan be

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li gel Wezîrê Derveyê Vatîkanê Paul Richard Gallagher civiya û got Herêma Kurdistanê dê her tim ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê bibe ciheke aram.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 18ê Sibata 2023yan piştî nîvro di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Wezîrê Derveyê Vatîkanê Paul Richard Gallaghe civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Vatîkanê, rewşa pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê, rewşa jiyana li kampên koçberan û herwiha rewşa pêkhateya Mesîhî Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Gallagher dubare piştevaniya Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê anî ziman û li ser navê  Papayê Vatikanê, dilxweşiya xwe li hember ezmûna jiyana bi hev re, qebûlkirina ya din û xweşbîniya di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê de jî nîşan da.

Gallagher bal kişand li ser wê yekê ku ew helwesta mirovî û mêvanperweriya Herêma Kurdistanê li hember penaber û hemû koçberan bilind dinirxînin.

Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî jî spasiyên xweji bo piştevaniya Vatîkan û serdana vê dawiyê ya Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkeş kir.

Barzanî got ku, Herêma Kurdistanê wek berê dê bibe dergûşa pêkvejiyan û lêborînê di navbera hemû pêkhateyan de.

Herwiha di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pirsgirêkên navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.