Li Çînê herî kêm 4 kes xeniqîn û gelek kes jî winda ne
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Çînê ragihand ku li başûrê rojavayê welêt kelekek bin av bûye û herî kêm 4 kes xeniqîne.
Bûyerê doh li herêma geştyariyê ya Lianxiwanê rû daye.
Ev herêm li bajarokê Donghuayê yê bajarê Chuxiongê yê parêzgeha Yunnanê ye.
Li gorî nûçeya Global Timesê ya ku xwe dispêre daxuyaniya Wezareta Birêvebiriya Rewşên Bilez, di kelekê de 26 kes hebûne.
Rayedaran heta niha derbarê hejmara kesên ku hatine rizgarkirin an jî windabûyiyan agahiyên zelal parve nekirine.
Wezaretê diyar kir ku Komîteya Ewlehiya Kar a Konseya Dewletê fermana çavdêriya lêpirsînê daye.
Sedema qezayê hîn nayê zanîn û lêpirsîn berdewam dike.