Belçîka dixwaze perestgeh û dibistanên Cihûyan biparêze

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Belçîkayê, li bajarê Liègeyê hêzên leşkerî li nêzîkî perestgeh û dibistanên Cihûyan belav kirine.

Cihû vê gava hikûmetê erênî dibînin û ji bo vê yekê dilxweş in.

“Garantiyê dide me”

Rabiyê Mezin ê Brukselê Albert Guigui got:

"Ew rastiya ku leşker li nêzîkî saziyên civaka me hatine bicihkirin, garantiyê dide me û rê dide ku em erkên dînê Cihûtiyê baştir pêk bînin."

Ev pêngav piştî hinek bûyeran hat, di nav wan de teqîneke di destpêka vê mehê de ku zerar gihand perestgeheke Cihûyan a li bajarê Liègeyê.

Herî kêm li 24 cihên taybet ên Cihûyan li Belçîkayê polîs hatine bicihkirin û zêdetirî 50 leşkerî jî piştgiriyê didin karên polîsan.

“Em bi polîs û artêşê re dixebitin”

Wezîrê Karên Navxwe yê Belçîkayê Bernard Keting li ser mijarê wiha axivî:

"Niha tenê bala me ya sereke li ser dabînkirina aramiyê ye ji bo perestgeh û dibistanên Cihûyan.

Her wiha em bi polîs û artêşê re dixebitin da ku vê yekê bi awayê herî jêhatî û bilez organîze bikin."

Ji nava 11,8 milyon niştecihên Belçîkayê, zêdetirî 30 hezar kesî Cihû ne û berpirs dibêjin ku dibe şerê Îranê bandoreke neyînî li jiyana wan bike.

Li Holenda, Norwec, Almanya û Fransayê jî hişyariyên bi vî rengî hatine dayîn.