Chris Murphy: Şerê li dijî Îranê felaketeke mezin e
Washington (Rûdaw) - Endamê Meclisa Pîran a Amerîkayê Chris Murphy ragihand ku şerê li dijî Îranê felaketeke mezin e û ji serokê welatê xwe xwest ku şerê li dijî Îranê rawestîne.
Endamê Meclisa Pîran a Amerîkayê Chris Murphy, şerê li dijî Îranê wekî "felaketeke mezin" pênase kir.
Her wiha wî da zanîn ku ev şer bûye sedema derketina şerekî nû yê li Libnanê.
Murphy diyar kir ku vî şerî zerereke zêde gihandiye asayîşa niştimanî ya Amerîkayê.
"Ez bawer nakim serokekî me hebe ku tênegihîştibe"
Murphy ji Rûdawê re axivî û nerazîbûna xwe ya li hemberî şer anî zimên û got:
"Ev şer felaketeke mezin e. Ez bawer nakim serokekî me hebe ku ji encamên vî karê ku wî dest pê kiriye tênegihîştibe."
"Şerekî nû derketiye"
Murphy bal kişand ser firehbûna qada şer û bandora wê ya li ser herêmê û pê de çû:
"Şerekî nû di navbera Îsraîl û Libnanê de derketiye. Di vî şerî de heta niha hezar kes hatin kuştin û milyonek kes jî koçber bûn.
Tengava Hurmizê hatiye girtin û dê girtî jî bimîne. Bihayê sotemeniyê li vir, li navxwe bilind dibe."
Senatorê Amerîkayî diyar kir ku ji ber şer cihên wan jî dibin armanc û got:
"Bi mûşekan li balyozxane û baregehên Amerîkayê û yên hevpeymanên me didin.
Ev bi tenê felaketeke mezin a bêserûber e û divê serok niha dawî li vî şerî bîne.
Ev yek ji bo parastina asayîşa niştimanî ya Amerîkayê baştirîn rê ye."