Hewlêr (Rûdaw)- Edîb û wêjevanê navdar ê cîhanê Gabriel Garcia Marquez duh di temenê 87 salî de çû ber dilovaniya xwe.
Berdevka malbata Marquez, koça dawî ya xwediyê xelata Nobelê ya wêjeyî Gabriel Garcia Marquez duh li ser Tiwttera xwe ragihand.
Ajansên nûçeyan li ser zarên kesên nêzîkî malbata Marquez veguhestine ku Gabriel Garcia Marquez ku bi navê Gabo di nav dost û hevalên xwe de dihat naskirin, di nav mala xwe de li paytexta Meksîkê koça dawî kir.
Gabo wêjevanê herî navdar e li Amerîka Latînî û zêdetirî 65 milyon pirtûkên wî bi gelek zimanan li seranerê dinyayê hatine firotin.
Pirtûka wî ya herî navdar bi navê “Sed Sal Teniyayî” ye ku di sala 1967an de hat belavkirin û jê zêdetirî 50 milyon pirtûk bi bêtirî 25 zimanan hatin firotin.
Wî di sala 1982yan de xelata Nobelê ya wêjeyî wergirt.
Gabo wêjevan, rojnamevan û çalakvanekî siyasî yê Kolombyayê ye û di 6ê adara 1927an de li bajar Aracataca li Kolombyayê hate dinê û piraniya jiyana xwe li Meksîk û Ewropayê derbas kir.
Gabriel Garcia Marquez hevjîna wî bi eslê xwe misrî-libnanî ye û 2 kurên wan hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse