Amerîka helîkopterên Apache û 200 leşkeran dişîne Iraqê
Bexda (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter ragihand, Amerîka dê bo şerê girtina Mûsilê û bo alîkariya Hêzên Iraqê 200 leşkerên din û helîkopterên cengî yên ji curê Apache bişîne wî welatî.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter îro bi geşteke neçaverêkirî serdana Iraqê kir û li bajarê Bexda yê paytextê Iraqê ligel rayedarên wî welatî civiya. Li gor zanyariyên, serdana Carter bo Iraqê bo dawî anîn bi rêkevtina ligel Artêşa Iraqê bo şerê girtina Mûsilê ye.
Ashton Carter îro ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê civiya û piştî civînê jî daxuyanî hat dayîn.
Carter ragihand, ku hejmrara leşkerên Amerîka li Iraqê dê were zêdekirin û dê Amerîka 200 leşkerên din bişîne Iraqê. Li gor gotina Carter, Washington herwiha dê bo amadekariyên şerê kontrolkirina Mûsilê û derxistina wî bajêrî ji destê çekdarên DAIŞê helîkopterên Apache jî bişîne Iraqê.
Heya niha li Iraqê helîkopterên Apache tenê bo piştevanîkirina leşker û kesên Amerîkî hatiye bikaranîn.
Bi şandina 200 leşkerên din bo Iraqê, hejmara leşkerên Amerîkayê ku bi fermî li Iraqê ne, ji 3 hezar û 870 bo 4 hezar û 87 leşkeran bilind dibe.
Herwiha hefteya borî Wezîrê Derve yê Amerîka Jon Kerry jî serdnaa Bedayê kir û di wê serdana xwe de ragihand, ku Amerîka dê hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde bike.
Ji aliyekê din ve Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook ragihand, ku Amerîka derbarê Hêzên Pêşmerge de biryara alîkariyê daye.
Peter Cook li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de da xuyakirin, ku Amerîka dê 415 milyon dolarî wek alîkarî ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.
Cook di twitta xwe de tekez kiriye, ku şandina wê alîkariyê ji aliyê Amerîka ve bo Hêzên Pêşmerge di çarçoveya lezkirin di rûxandina DAIŞê de ye.