Agirê şerê Kendavê gihîşt Almanyayê: Biha fîriyan, bazar sar bû!

Dusseldorf (Rûdaw) - Çirûskên şer û alozîyên li Rojhilata Navîn, gihîştin kûrahiya jiyana rojane ya xelkê Almanyayê.

Bilindbûna bihayê sotemenî û xwarinê, ne tenê welatî, xwedankar û bazirgan jî tûşî nîgeraniyeke mezin kirine.

Bazirganê Kurd: Tiştên ku em dibînin, çavên mirov beloq dikin
Aram Salih, bazirganekî naskirî yê Kurd e ku ev 18 sal in li Almanyayê bi komfiroşiyê re mijûl e.

Ew ji nêzîk ve hîs bi wan guherînên bilez dike û dibêje bihayê wan xwarinên ku pêdiviyên rojane ne, bi awayekî bêwêne biha bûye.

Aram Salih derbarê rewşê aboriyê de wiha got:

"Tişt gelekî biha bûne. Ez piştrast im ku di du mehên bê de biha dê zêdetir werin guhertin ji ber bihabûna sotemeniyê.

Em wekî komfiroş temaşe dikin; ew kesên ku van bihayan dibînin, çavên wan beloq dibin.

Gelekî zehmet bûye; dahat wekî xwe ye lê di heman demê de firotin kêm bûye. Guherîneke mezin di bihayê kel û pelan de çêbûye.

Wekî mînak; penîrê ser pîzayê ku 15 kîlo ye, li ser her blokekî 7 euro hatine ser. Bi rastî hawar ji xelkê Almanyayê rabûye."

“Masiyê konserve berî şer erzantir bû”

Almanya ji çirûskên agirê şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê bêpar nemaye. Şer bandoreke berbiçav û rasterast li ser rewşa jiyan û aboriya xelkê kiriye.

Wekî mînak; masiyê ton ango konserve yê ku berî şer bi bihayekî guncav dihat firotin, niha li ser her kartonekî 9 euro zêde bûne.

Xwaringeh di nav du agirên de ne
Arî Sebahê birêvebirê xwaringehekê li bajarê Bochumê, amaje bi wê yekê dike ku her çend wan nirxên xwarinên xwe zêde nekirine jî lê ji ber kêmkirina şiyana darayî ya xelkê, mişterî kêm bûne.

Arî Sebah wiha qala zehmetiyên xwe dike, "Du pirsgirêkên me yên sereke hene; yekem karkerên min hene, gava tişt biha dibin karker daxwaza mûçeyên zêdetir dikin.

Ya duyem; ew materyalên ku ez dikirim gelekî biha bûne.

Wekî mînak; min berê kîloyek steyk bi 25 an jî 28 euroyan dikirî lê niha bi 35 euroyan e.

Tevî vê yekê jî, me hîn bihayê xwarinên xwe bilind nekiriye da ku mişterî nerevin."

Dayîkên Almanyayê: Ez nikarim daxwazên zarokên xwe pêk bînim

Bihayê pêdiviyên sereke yên wekî nan, şîr û sewzeyan, di navbera ji sedî 13 heta ji sedî 20an de zêde bûye. Welatiya bi navê Lara Muller dibêje ku ew niha neçar e hinek daxwazên zarokên xwe red bike.

Lara Muullerê dilgiraniya xwe wiha tîne zimên:

"Xwarin, benzîn û hemû kel û pelên ku em dikirin bihatir bûne.

Ev bûye sedem ku em zêdetir li ser budceya xwe bifikirin.

Em ji hevalên xwe jî dibihîzin ku dilgiran in.

Geştkirin û bêhnvedan êdî bûye babetekî giran; hinek dibêjin em dê tenê carekê biçin an jî qet neçin, çimkî lêçûn gelekî bilind in.

Ev rewş rasterast bandorê li me dike û em li ser paşeroja aboriyê bi fikar in."

Metirsiya pêleke îflasê

Di dema niha de rêjeya enflasyonê li Almanyayê gihîştiye ji sedî 2,7an. Aborînas hişyariyê didin ku eger alozîyên li Tengava Hurmizê berdewam bikin, bihayê enerjiyê dê hîn bilindtir bibe.

Ev yek jî dikare bibe sedema pêleke mezin a îflaskirina şirketên Almanyayê ku êdî nikarin barê lêçûnên giran hilgirin.