Kurdistan wekî welat beşdarî fuara pirtûkan a Parîsê dibe
Parîs (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê îsal bi statuya "welat" beşdarî Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya li Parîsa paytexta Fransayê bû.
Di pêşangehê de nêzîkî 800 berhemên ku li ser doza Kurdan, dîrok û çanda Kurdan hatine nivîsandin, derdikevin pêşberî pirtûkhezan.
Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Parîsê li salona dîrokî ya Grand Palaisê deriyên xwe vekirin û dê heta 19ê Nîsanê bidome.
Merasîma vekirina fuarê 16ê Nîsanê bi beşdariya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û şandeyeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
"Kurd ne tenê aktorekî siyasî ne"
Beşdariya Herêma Kurdistanê ya di pêşangehê de, ji aliyê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê ve hat organîzekirin.
Standa ku bi dirûşma "Kurdistan, bi hemû cureyên nivîsê" hatiye avakirin, ji aliyê kesên ku ziyaret dikin ve rastî eleqeyeke zêde tê.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku niha li Parîsê ye, ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî.
Sefîn Dizeyî got, "Beşdariya me ya di vê pêşangehê de, ji bo vegotina wê yekê ku Kurd ne tenê aktorekî siyasî ne, di heman demê de xwedî hebûneke çandî ya kevnar in ji bo civaka Fransayê derfeteke mezin e."
Kurdistan di nav 14 welatan de ye
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî jî destnîşan kir ku di pêşangehê de ji seranserê cîhanê 14 welat di statuyeke taybet de cih digirin û Kurdistan jî di nav wan welatan de cih digire.
Elî Dolemerî got, "Gihandina berhemên wêjeyî yên nivîskarên Kurd ji xwînerên Fransî re ji bo me derfeteke zêrîn e."
Her wiha hat plankirin ku di dema pêşangehê de li ser dîrok, wêje û hunera Kurdan bi beşdariya nivîskar û rewşenbîrên biyanî jî çend panel û semîner bên lidarxistin.