'Amerîka amadekariya operasyona Xezeba Aborî dike'
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka amadekariyê dike da ku operasyonên leşkerî li ser keştiyên neftê yên Îranê pêk bîne.
Her wiha Amerîka dixwaze li avên navneteweyî dest deyne ser keştiyên bazirganiyê yên girêdayî Îranê.
Berpirsên Amerîkayê ji rojnameya Wall Street Journalê re axivîn.
Wan ragihand ku Washingtonê li dijî Tehranê dest bi qonaxeke nû ya zextan kiriye û navê wê daniye "Xezeba Aborî".
Ev plan piştî daxuyaniya îro ya artêşa Îranê hat rojevê.
Artêşa Îranê dabû zanîn ku wan Tengava Hurmizê girtiye û êrişî çend keştiyên bazirganiyê kiriye.
Lê belê Îranê berê ragihandibû ku tengav vekirî ye.
"Em dê bi pey wan keştiyan bikevin"
Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Dan Keane 16ê Nîsanê hişyarî dabû û gotibû:
"Amerîka dê bi awayekî çalak bi pey her keştiya ku alaya Îranê pê ve ye bikeve.
An jî her keştiya ku hewl dide alîkariya madî bide Îranê dê bibe hedefa me.
Ev yek keştiyên sîber jî li xwe digire ku ji bo xelaskirina ji cezayan û rêzikên navneteweyî tên bikaranîn."
Li gorî gotina General Keane, Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Okyanûsa Hindî û Okyanûsa Pasîfîkê dê bibin beşek ji vê operasyonê.
Armanca vê operasyona cîhanî jinavbirina çavkaniyên darayî yên Tehranê ye.
Peyamek ji bo Çînê
Li gorî amaran, Tehran rojane nêzîkî 1,6 milyon bermîl petrol hinarde dike.
Piraniya vê petrol diçe Çînê û ji aliyê parzûngehên biçûk ve tê kirîn.
Berpirsên Amerîkayê dibêjin ku ev gava nû ya artêşê peyameke zelal e ji bo Pekînê.
Amerîka dixwaze Pekîn dev ji kirîna petrola Îranê berde.
Di heman demê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza danîn ser zincîreyek keştî û şirketan.
Ev şirket ji aliyê Mihemed Husên Şemxanî (kurê Şêwirmendê Bilind ê Berê yê Îranê Elî Şemxanî) ve tên birêvebirin.
Her wiha Alîkarê Dozgerê Giştî yê Amerîkayê Todd Blanche jî soz daye.
Blanche diyar kir ku her aliyê ku petrola Îranê ya cezakirî bikire yan bifiroşe, dê rûbirûyî dadgehê bibe.
Dan û standinên Îslamabadê bêencam bûn
Dan û standinên hefteya borî yên li Îslamabada paytexta Pakistanê bêencam mabûn.
Sedema vê ew bû ku Tehranê red kir hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî radestî Amerîkayê bike.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da.
Li gorî CENTCOMê, piştî dorpêça li ser benderên Îranê, wan ji roja duşemê ve heta niha 23 keştî ji Tengava Hurmizê vegerandine.
Gefên Trump û amadebaşiya leşkerî
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth hişyarî da ku hêzên wan di amadebaşiya herî bilind de ne.
Ew amade ne operasyonên leşkerî bidin destpêkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gef xwariye ku eger Tehran çok daneyne, ew dê stasyonên karebayê û binesaziya wizeyê ya wî welatî rûxînin.
Lê îdareya Trump di bikaranîna hêza bejahî de bi hişyar tevdigere, çimkî dibe bibe sedema ziyanên canî yên mezin.
Profesorê Qanûnê yê Zanîngeha Emoryyê Mark Nevitt dîtina xwe ya li ser mijarê parve kir.
Li gorî wî, tiştê ku Trump dike "stratejiya herî zêde" ye ji bo xeniqandina Tehranê.
Ev yek bi rêya bikaranîna hemû desthilatên qanûnî û leşkerî yên li deryayan pêk tê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser girtina tengavê ya ji aliyê Îranê ve, ragihand ku dê "helwesteke wan a tund" hebe.
Tevî vê yekê, Amerîka ji bo dîtina çareseriyekê bi Îranê re di nava dan û standinan de ye.