Birûskan veda: 15 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Odishayê ya li rojhilatê Hindistanê 15 kes ji ber vedana birûskan mirin.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, bahozên bi baran û birûskan ên ku doh piştî nîvro hinek herêmên parêzgeha Odishayê da ber xwe jiyan zehmet kir.
Rewşa hewayê li navçeyên wekî Koraput, Jajpur, Dhenkanal, Mayurbhanj, Ganjam û Gajapatiyê bi awayekî neyînî bandor kir û di encama vedana birûskan de 15 kes mirin.
Birêvebiriya Keşnasiyê ya Hindistanê (IMD) hişyarî da, dibe ku baranên zêde, bahozên bi birûsk û bûyerên birûskê li seranserî parêzgehê berdewam bikin.
Rayedaran hişyarî da gel ku hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.
Li Hindistanê her sal bi destpêkirina demsala musonê re, bi sedan kes ji ber ketina birûskan dimirin.
Li Odishayê ku di mirinên girêdayî rewşa hewayê de derdikeve pêş, her sal ji ber ketina birûskan 200-400 kes dimirin.
Parêzgeha li beravê Odisha, di navbera salên 2020 û 2025an de bi 1418 mirinên ji ber birûskan li Hindistanê yekem bû.