Li Çînê erdhej, mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Otonom a Guangşi Cuangê ya li başûrê Çînê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan çêbû.
Navenda Torên Erdhejê ya Çînê (CENC) ragihand ku sibeha îro erdhejeke bi mezinahiya 5,2 pileyan rû daye û navenda wê parêzgeha Liucouyê ye.
2 kes mirin û kesek winda ye
Li gorî nûçeyên ku di medyaya neteweyî de cih girtiye, erdhej li navenda parêzgehê bûye sedema rûxîn û zererdîtina zêdetirî 10 avahiyan.
Li gorî amarên destpêkê, di erdhejê de 2 kes mirine û 4 kes birîndar bûne û kesek jî winda ye.
7 hezar kes hatin veguhastin
Ji ber metirsiya erdhejên paşekî, zêdetirî 7 hezar kesan ji malên wan hatine veguhastin û ji bo wan cihên ewle hatin amadekirin.
Hat ragihandin ku ji bo destnîşankirina zererên li ser xetên hesinî, seferên trênan hatine rawestandin û di veguhastinê de pirsgirêk derketine.
Lê rayedaran eşkere kir ku xetên pêwendî, kareba, av û gaza xwezayî bi awayekî asayî dixebitin.