Almanya: Pêvajoya çareseriyê ji bo Kurdan şansekî dîrokî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê sedemên koçkirina Kurdan a ji Tirkiyeyê ji bo Rûdawê ragihand ku Berlîn "ji nêzîk ve" çavdêriya rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê dike.
Wezaretê “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera Enqere û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de wekî “şansekî dîrokî” ji bo guherîna rewşa yasayî ya Kurdan nirxand.
Saziya Koçê ya Almanyayê jî ji bo Rûdawê eşkere kir ku hejmara penaxwazên Kurd bi rêjeya ji sedî 65an ji ya Tirkan zêdetir bûye.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê koçkirina Kurdan a ji Tirkiyeyê ya ber bi Almanyayê ve bersiva Tora Medyayî ya Rûdawê da.
Wî berdevkî got ku Berlîn li ser bingeha “Mafên Mirovan ên Giştî” bi berdewamî çavdêriya Tirkiyeyê dike û li gel wê di nav dan û standinan de ye.
"Piraniya penaxwazan Kurd in"
Li ser pirsa Rûdawê, Saziya Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) ragihand ku di salên dawî de piraniya wan kesên ku cara yekem daxwaza penaberiyê li Almanyayê dikin, Kurd in.
Li gorî amarên BAMFê yên sala 2025an, ji Tirkiyeyê 11 hezar û 919 kesan cara yekem daxwaza penaberiyê kiriye.
Ji vê hejmarê ji sedî 65ê wan, ango 7 hezar û 753 serlêder Kurd in.
Amarên Saziya Koç û Penaberan her wiha nîşan didin ku di salên 2023 û 2024an de jî hejmara penaxwazên Kurd ji ya Tirkan zêdetir bûye.
2023yan, ji 61 hezar û 181 welatiyên Tirkiyeyê yên ku cara yekem daxwaza penaberiyê kiriye, 51 hezar û 407 kes Kurd bûn.
Her wiha 2024an jî ji 29 hezar û 177 welatiyên Tirkiyeyê yên serlêder, 21 hezar û 417 kes wekî Kurd hatine tomarkirin.
“Ev pêvajo şansekî dîrokî pêşkêş dike”
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Derbarê hewlên Almanyayê yên ji bo baştirkirina mafên mirovan ên Kurdan ên li Tirkiyeyê, amaje bi pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurdan kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve got, “Hikûmeta Federal berdewam ji nêzîk ve çavdêriya pêvajoya çareseriyê dike.
Li gorî nêrîna hikûmetê, ev pêvajo şansekî dîrokî pêşkêş dike ku şerê bi dehsalan ê ku bûye sedema mirina gelek kesan bi dawî bibe û her wiha rewşa yasayî ya Kurdan a li Tirkiyeyê baştir bibe.”
Rûdaw: Hikûmeta Almanyayê rewşa niha ya mafên mirovan a li Tirkiyeyê çawa dinirxîne?
Wezareta Karên Derve: Hikûmeta Federal şopandina rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi hişyarî didomîne û bi aliyê Tirkiyeyê re li ser mijarên mafên mirovan di nav dan û standinan de ye.
Di vê mijarê de pîvanên sereke ji xeynî Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan bi xwe pabendbûna Tirkiyeyê ya wekî endama Konseya Ewropayê û armancên wê yên wekî welatekî namzedê Yekîtiya Ewropayê ne.
Rûdaw: Almanya çi bandorê li ser Tirkiyeyê dike da ku dawî li cudakariya sîstematîk û koçberkirina gelê Kurd a ji herêmên wan ên resen bîne?
Wezareta Karên Derve: Hikûmeta Tirkiyeyê li gel PKKyê û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan pêvajoyeke nû ya çareseriyê daye destpêkirin û bi DEM Partiyê re di nav diyalogeke berdewam de ye.
Rêxistina PKKyê ragihandiye ku wê xwe fesix bike. Hikûmeta Federal vê pêvajoya çareseriyê ya didome ji nêzîk ve dişopîne.
Li gorî nêrîna hikûmetê, ev pêvajo şansekî dîrokî pêşkêş dike ku şerê bi dehsalan ê ku bûye sedema mirina gelek kesan bi dawî bibe û her wiha rewşa hiqûqî ya Kurdan a li Tirkiyeyê baştir bibe.