Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li Romayê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romaya paytexta Îtalyayê bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya.
Guido Crosetto di vê civînê de ragihand ku dê Roma di warê bipêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û ewlehiyê de alîkar be û ev alîkariya wan didome.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îtalyayê re yên di warê leşkerî û ewlehiyê de hat gotûbêjkirin.
Her wiha di hevdîtinê de tekezî li ser hevkariya hevbeş a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê hat kirin.
Alîkariya ji bo Pêşmergeyan
Di heman hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo rola "girîng" a Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê de ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî bi taybetî jî spasiya Îtalyayê kir ku şêwirmendî û perwerdeyê pêşkêşî Hêzên Pêşmerge dike.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê tekezî li ser wê yekê kir ku pabendiya welatê wî ya ji bo piştgirîkirina aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê didome.
Metirsiyên terorê û aloziyên li herêmê
Di beşeke din a civînê de Nêçîrvan Barzanî û Guido Crosetto bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê û encamên aloziyan gotûbêj kirin.
Her du alî li ser girîngiya parastina aramiyê û rêgirtina li derketina terorê ya li herêmê hevnêrîn bûn.