Reuters: Amerîkayê nermî nîşan daye lê mercên nû yên Îranê hene

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke payebilind a Îranî ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re ragihandiye ku Amerîkayê di wan dan û standinên niha de "nermî" nîşan daye.

Lê Tehrana paytext hîn jî ji bo gihîştina peymana dawî ya rawestandina şer, xwedî mercên tund e.

Li gorî çavkaniya payebilind, aliyê Amerîkayê di dema gotûbêjan de nermî nîşan daye.

Bi taybetî nermî di wan xalên ku bi sînordarkirina bernameya atomê ya Îranê ve girêdayî ne de hatiye nîşandan.

Li ser pereyên cemidî yên Îranê yên li derveyî welêt, çavkaniyê eşkere kiriye ku Washingtonê heta niha tenê razîbûna xwe ji bo serbestkirina ji sedî 25ê pereyên cemidî yên Îranê daye.

Ew jî li gorî "nexşeyeke demkî ya qonax bi qonax" e.

Mercên nû yên Îranê

Li hemberî wê, Îranê pêşniyareke sererastkirî pêşkêş kiriye û daxwazên xwe girantir kirine.

Mercên sereke yên Îranê ev in:

Serbestkirina temamê pereyan: Tehran dixwaze ku Amerîka bêyî merc hemû pereyên cemidî yên Îranê yên li derve serbest bike (ne tenê ji sedî 25).

Bidawîanîna şer û cezayan: Îran daxwaza bidawîanîneke hertimî ya şer û rakirina hemû cezayan dike. Ev yek jî li gel vekirina Tengava Hurmizê tê xwestin.

Paşxistina dosyeya atomê: Çavkaniyê tekez kiriye ku Tehran naxwaze niha pirsa atomê were çareserkirin lê belê ew dixwaze "dosyeya atomê di qonaxên paşerojê de gotûbêj bike."

Metirsiya êrişa leşkerî

Raporteke roja yekşemê ya malpera nûçeyan a Axiosê destnîşan dike ku dê Serokê Amerîkayê û tîma wî ya ewlehiyê roja sêşemê bicivin.

Armanca wan ew e ku vebijêrkên êrişa leşkerî ya li ser Îranê gotûbêj bikin.

Trump bi rêya telefonê ji Axiosê re ragihandibû, "Hêdî hêdî dema Îranê xelas dibe."

Her wiha wî gotibû heger Tehran merc û daxwazên xwe neguhere dê "gelekî xirabtir li wan bê xistin."

Serokê Amerîkayê şeva borî di posteke tora civakî ya Truth Socialê de jî hişyarî da Îranê.

Wî ji Îranê xwest ku di qebûlkirina pêşniyara Amerîkayê ya ji bo peymana aştiyê de lezê bike û got, "heger na dê tiştek ji wan nemîne."

Axios ji zarê çavkaniyeke agahdar qala wê yekê dike ku Trump roja şemiyê jî li qada xwe ya golfê ya li Virginiayê bi tîma xwe re civiyaye.

Di nav wan de Nûnerê Koşka Spî Steve Witkoff, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Serokê Dezgeha Îstîxbaratê ya CIAyê John Ratcliffe hebûn.

Dîplomasiya herêmî

Rojên şemî û yekşemê, Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê li Tehranê bû.

Ew ji bo axaftina bi serkirdeyên payebilind ên Îranê re û gotûbêjkirina peymanekê ya ji bo bidawîanîna şer çûbû wê derê.

Roja yekşemê Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî bi hevtayê xwe yê Pakistanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê re axivî.

Trump ji malpera nûçeyan a Amerîkî re gotiye ku Îran hîn jî peymanekê dixwaze.

Koşka Spî jî li benda pêşniyareke nû ya ji Îranê ye.

Li gorî gotina wî, divê ev pêşniyar ji pêşniyara dawî ya ku çend roj berê hatibû pêşkêşkirin baştir be.