Lindsey Graham: Gotûbêja bê hêz dê tenê Îranê wêrektir bike

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê navdar ê Komariyan Lindsey Graham ragihand ku Gotûbêja bê hêz dê tenê Îranê wêrektir bike û got, “Bersiveke leşkerî ya kurt lê tund li dijî Îranê pêwîst e”

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham îro di parvekirina xwe ya li ser Xê de piştgiriya xwe ji bo helwestên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Îranê nîşan da û got:

"Baweriya min a temam bi wê yekê heye ku Serok Trump bi başî ji rewşa Îranê fêhm dike.

Ew dê êdî li hemberî redkirina dan û standinan û destdirêjiyên Îranê yên li Tengava Hurmizê û herêmê bêdeng nemîne."

Tengava Hurmizê hatiye girtin

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir. Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da.

Beşek ji bersiva Îranê êrişkirina li ser welatên cîran bû.

Ji 2yê Adarê ve jî Îranê Tengava Hurmizê girtiye û vê yekê bihayê petrolê derxistiye ser 100 dolarî.

"Gotûbêja bê hêz dê tenê Îranê wêrektir bike"

Graham amaje pê kir ku Îran ji aliyê leşkerî û aborî ve gelekî lawaz bûye lê di heman demê de zêdetir şerxwaz bûye û wiha axivî:

"Bersiveke kurt lê tund a di vî demî de, dê bibe sedema rêkxistina milmilaneyan a bi arasteyeke rast."

Vî senatorî hişyarî da ku berdewambûna dan û standinan a bêyî bersiveke leşkerî ya bihêz, dê tenê şer dirêjtir bike.

Her wiha dê bibe sedema çêbûna gumanan li cem hevpeymanên Amerîkayê.

Graham li ser vê yekê jî got, “Divê em wî karê ku me dest pê kiriye, temam bikin. Gotûbêja bê hêz, dê tenê rejîma terorîst a Îranê wêrektir bike."

Ev daxuyaniyên Lindsey Graham di demekê de tên ku herêma Rojhilata Navîn di bin zexteke zêde ya leşkerî de ye.

Îdareya Trump hewl dide ku bi rêya dorpêça deryayî û gefên êrişên nû, Tehranê neçarî qebûlkirina mercên Amerîkayê bike.