MISR - Cezayê hepsa hetahetayî dane serokê berê

18-06-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Dadgeheke Misrê bi tometa rêvebirina rêxistineke neyasayî cezayê hepsa hetahetayî da serokê berê Mihemed Mursî.


Parêzerê Mursî, Ebdulmunîm Ebdulmeqsûd ji AFPyê re got di heman dozê de tometên sîxuriyê ketin.


Serokê berê Mursî û 6 kesên din bi tometa şandina belgeyên nihênî ji Qeterê re dihatin tometbarkirin.


Mursî endamê Partiya Azadî û Dadweriya îslamî ye ku nêzî rêxistina Îxwan el Mislimîn (Birayên Misilman) e.


Mursî ku di dîroka Misrê de wekî yekem serokê bi awayên demokratîk hatibû hilbijartin, piştî xwepêşandanên girseyî yên dijberên wî sala 2013an ji aliyê Artêşa Misrê ve bi kudetayekê ji meqamê xwe hatibû dûrxistin.


Berî niha di dozeke din de, dadgeheke Qahîreyê cezayê îdamê dabû Mursî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst