Almanyayê bangî Îranê kir: Hîn jî ne dereng e
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul bang li Îranê kir ku derbarê bernameya xwe atomî diyalogê bike û got, “Ji bo rûniştina li ser maseya dan û standinan hîn jî ne dereng e."
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul îro li Berlînê bi hemtayê xwe yê Urdunî Eymen Sefadî re civiya.
Johann Wadephul di civîna çapemeniyê ya hevpar de ku piştî hevdîtinê hat lidarxistin, got ku wan aloziya zêde ya li Rojhilata Navîn û çalakiyên Îranê yên atomî nirxandin.
Wadephul her wiha ragihand ku wan li gel Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, roja duşemê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
“Em ji bo çareseriyê amade ne”
Wadephul di heman demê de diyar kir ku wan di pêwendiyê de pêşniyareke zelal pêşkêşî Îranê kiriye û got:
“Em wekî sê welatên Ewropayê ji bo dan û standinanên çareseriyê amade ne.
Lê divê Îran demildest bikeve tevgerê. Divê gavên ji bo avakirina baweriyê û yên piştrastkirî biavêje û bi awayekî zelal îspat bike ku ew li pey çekên atomî nîne.”
“Ti caran ne dereng e”
Wadephul tekez kir ku rêyên dîplomatîk hîn vekirî ne û got:
“Ji bo rûniştina li ser maseya dan û standinan ti caran ne dereng e."