LÎBYA - 3 ciwanên Kurd bang dikin: ‘Mafya dê gurçikên me bifiroşin’
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanekî mafên koçberan ragihand ku 22 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê li Lîbyayê hatine desteserkirin û pere ji wan tên xwestin.
Hejmarek ji wan ciwanan di dîmenekî vîdeoyî de daxwaza alîkariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Di vîdeoya ku gihîştiye Tora Medyayî ya Rûdawê de 3 ciwan diyar dikin ku ew ji aliyê qaçaxçiyên ji Îdareya Serbixwe ya Raperînê ve hatine şandin û niha li Lîbyayê di destê mafyayan de ne.
Ciwan xelkê navçeya Pişderê ya Silêmaniyê ne.
Di dîmenê de 3 kes xuya dikin lê li gorî gotina wan ew 4 kes in û ji ber ku rewşa tenduristiyê ya yekî ji wan ne baş e, ew derneketiye.
Li gorî gotina ciwanan, koma mafyayê gef li wan xwariye û gotiye, "Eger hûn 10 hezar dolarî neynin, em dê ji her yekî ji we gurçikekê derxin û bifiroşin.”
Navê 2 ji wan ciwanan Serwer Xidir Ebdullah û Pêşewa Hisên e.
Pêşewa Hisên bang kir:
“Dê û bavê min mezin in, em nikarin wî pereyî peyda bikin.
Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku bi hawara me ve were.”
Çalakvanê mafên koçberan Renc Pişderî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Ji bilî van ciwanan, 18 ciwanên din jî pêwendî bi min re danîne.
Ew jî ji aliyê mafyayan ve hatine desteserkirin û daxwaza alîkariyê dikin.”
Çalakvanê mafên koçberan Renc Pişderî hişyarî da û got:
“Rêya Lîbyayê tijî metirsî ye û gelek Kurd ji bo gihîştina Ewropayê wê rêyê bi kar tînin.
Girîng e ciwan zanibin ku ew bi bikaranîna vê rêyê, bi jiyana xwe dilîzin.”
Ciwanan di vîdeoyê de navê du qaçaxçiyên Kurd eşkere kirin û anî ziman ku wan ew gihandine Lîbyayê, radestî kesekî Sûriyeyî kirine û wî jî ew firotine mafyayan.