Li saloneke bîlardoyê 7 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Ekvadora ku welatekî Amerîkaya Başûr e di êrişeke bi çekan a li saloneke bîlardoyê de 7 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de, li bajarê Santo Domingo de los Tsachilasê yê Ekvadorê kesên rûyê wan nixûmandî bi ser saloneke bîlardoyê de girt û bi çekên lûledirêj gule li derdorê reşandin.
Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê.
Di êrişê de 7 kes li cihê bûyerê mirin.
Ji bo girtina gumanbaran dest bi operasyoneke berfireh hat kirin.