Kuba: Me hêz neşandiye Sûriyeyê

18-10-2015
RÛDAW
Nîşan Kuba Sûriye Hêza Leşkerî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Kubayê ragihand ku ti leşkerên wan ji bo Sûriyê nehatine şandin.

 

Wezareta Derve ya Kubayê di daxuyaniyekê de nûçeyên derbarê çûna hêzên kubayî bo Sûriyeyê bo alîkarîkirina Hikûmeta Sûriyeyê di şerê li dijî komên çekdar ên dijbereyê de red kir û ragihand, Kubayê ti leşker neşandine Sûriyeyê û ew nûçeyên ku behsa wê yekê dikin, nerast in.

 

Dîplomatê di Wezareta Derve ya Kubayê de Gerardo Binalfer ragihand, ew raportên ku behsa şandina hêzên kubayî bo Şamê dikirin, bê bingeh in û ti rastiya wan agahiyan nîne.

 

Gerardo Binalfer tekez kir, ku Havanayê ti biryarek derbarê alîkarîkirina Sûriyeyê bi şandina hêzên leşkerî bo wî welatî nedaye.

 

Berî çend rojan kenala Fox News a amerîkî di raportekê de îdîa kiribû ku Kubayê hêzeke taybet a leşekrî bo alîkarîya Artêşa Sûriyeyê şandiye wî welatî û piştre ew agahî di medyaya cîhanî de jî bi awayeke bilez belav bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst