Medvedev: Ji Rûsya re berjewendî giring in nek Esed
Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev dibêje, ku welatê wî di Sûriyê de berevaniyê li berjewendiyên xwe dike û mana Esed di desthelatê de li cem wan ne pirseke serekî ye.
Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev ji kenala Russia Today re ragihand, ku welatê wî ji bo berjewendiya hinek serkirdeyan şer nake, lê ew ji bo berjewendiyên xwe yên netewî şer dike.
Medvedev derbarê pirsa serokatiya Sûriyê got: “Ev pirs, girêdayî gellê Sûriyê ye, lê ew nahêlin ku DAIŞ destê xwe li ser desthelata Sûriyê deyne.”
Serokwezîrê Rûsya derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê de jî got, ku divê Rûsya û Amerîka û hemû aliyên peywendîdar li ser vê mijarê gotûbêjan bikin, daku desthilateke şaristanî û rewa li Sûriyeyê bê avakirin.
Dmitry Medvedev tekez kir: “Giring nîne ku kî dê serokatiya wê desthelatê bike.”