Bakirhan: Piştgiriyê bidin Kurdên li Sûriyeyê û pêvajoya çareseriyê

Amsterdam (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan bangî partiyên siyasî yên Ewropayê kir û got, “Em dixwazin ku hûn piştgiriyê bidin lêgerîna Kurdan a ji bo demokrasî û azadiyê li Sûriyeyê û her wiha hewlên çareseriyê yên li Tirkiyeyê.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amsterdama paytexta Holendayê di Lûtkeya Rêberan a Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) de axivî.

Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasî, edalet û wekheviyê ya li Rojhilata Navîn.

Bakirhan diyar kir ku 50 milyon Kurd daxwaza mafên xwe dikin û Kurdên li Rojavayê ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke girîng lîstine, dixwazin bibin xwedî mafên wekhev.

“Divê daxwazên Kurdan bêhtir bên rojevê”

Bakirhan tekezî li ser wê yekê kir ku divê daxwazên Kurdan ên demokrasî û azadiyê di platformên siyasî yên Ewropayê de bêhtir bên rojevê û got:

“Hemû axaftvanên ku hinek berê axivîn behsa edalet û avahiyeke hevpar kir.

Lê belê divê lêgerînên Kurdan ên di meseleya demokrasî û azadiyê de jî di van mecra û platforman de bên axaftin.”

Bakirhan anî zimên ku Kurd yek ji gelên herî sekuler ên Rojhilata Navîn in û jin û ciwan pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin.

Hevserokê DEM Partiyê her wiha got ku divê partiyên siyasî yên Ewropayê yên ku van prensîban dipejirînin, hestiyariya ku ji bo Ukrayna û Filistînê nîşan didin, ji bo Kurdên li Sûriyeyê û hewlên çareseriyê yên li Tirkiyeyê jî nîşan bidin.

Bakirhan axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Em partiya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê ne û hêviya me mezin e.

Ji ber ku em ji kevneşopiyeke têkoşer tên, em bawer dikin ku rojekê bi piştevaniyê, li hemberî kapîtalîzm û modernîzmê jin û xweza dê azad bibin."

Şandeyeke ji Alîkara Hevserokê Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebru Gunay, Nûnerê Bruksel/Ewropayê Eyyup Doru û Nûnerê Strasbourgê Fayîk Yagizay pêk dihat, di hevdîtinên Bakirhan ên li Amsterdamê de pê re bûn.