Zelenskyy dê Tirkiyeyê ziyaret bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew dê sibe biçe Tirkiyeyê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy derbarî armanca serdanê xwe daxuyaniyek da û got:

"Em amadekariyan dikin ku dan û standinan ji nû ve geş bikin.

Me çareseriyên nû amade kirine ku pêşkêşî hevkarên xwe bikin.

Armanca me ya sereke ew e ku em ji bo bidawîkirina şer hemû hewldanan bidin."

Zelenskyy amaje bi hewldanên xwe yên dîplomatîk jî kir û behsa civîna xwe ya li Spanyayê kir û got:

"Em hêvîdar in ku welatekî din ê bihêz jî piştgiriya xwe zêde bike û ji bo parastina jiyanan alîkariya me bike."

Wî herwiha tekez kir ku welatê wî divê her roj di peywendiyên xwe yên bi hevkarên xwe re de encamên berbiçav bi dest bixe.