Navenda Nûçeyan - Nameya boksorê navdar Mihemed Elî ya ji Serokê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela re şandibû, Li Birîtanyayê bi 7 hezar û 200 sterlînî hat firotin.
Li bajarokê Devizê yê Birîtanyayê Şirketa Henry Aldridge & Son mezatekê li dar xist. Di wê mezatê de nameya Mihemed Elî ya bi destê xwe îmze kiriye bi 7 hezar û 200 sterlînî hat firotin.
Dema Elî di 13ê nîsana 1933an de li Efrîqaya Başûr di otelekê de dimîne bi daktîloyê nameyekê bi sekreterê midûrê otelê dide nivîsandin.
Di nameyê de Elî kuştina Chris Hanî yê ku li Efrîqaya Başûr kesekî siyasetmedar e û li dijî nijadperestiyê tevdigere, şermezar dike.
Rayedarên mezatê daxuyandin ku koleksiyonerekî amerîkî ew name kiriye.
Serokê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela di sala 2013an de 95 salî mir, boksorê navdar Mihemed Elî jî di meha Hezîranê de 74 salî koça dawî kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse