Nêçîrvan Barzanî û Angela Merkel li Berlînê civiyan
Berlîn (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan dest pê kir.
Îro Duşemî demjimêr 16:00 li gorî dema Hewlêrê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel dest pê kir. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên di civînê de beşdar in.
Li gorî emaileke Berdevekê Şêwirmenda Almanyayê ya bo Rûdawê, di civînê de giringî bi şerê li dijî terorê û pêwndiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê tê dan. Herwiha her du alî dê giringiyê bidin mijarên çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê û yên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Peyamnêra Rûdawê li Berlînê, Ala Şalî ragihand, di vê emailê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku di civînê de her du alî dê giringî bi ser li dijî terorê û pêwendiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê were dan. Herwiha giringî jî bi mijara çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî dê were dan.
Nivîsîn: Sîna Soma