Amerîkayê pêşnûmeya derbarê Orşelîm-Qudsê de veto kir

Navenda Nûçeyan - Amerîkayê di civîna îro ya Encumena Asayişa Navdewletî de pêşnûmeya pêşniyarkirî ya ji aliyê Misirê ve ya derbarê bajarê Orşelîm-Qudsê de veto kir.

 

Pêşnûme ji aliyê Rêveberiya Feelstînê ve hatibû amadekirin û Misir weke endamê Netewên Yekgirtî û endamê Encumena Asayişa Navdewletî ew pêşnûme pêşkêşî wê enncumenê kiribû. Di vê pêşnûmeyê de daxwaz ji Amerîkayê hatibû kirin, ku ji biryara xwe ya derbarê bi fermî naskirina Orşelîm-Qudsê weke paytexta Îsraîlê de paş ve vegere û rewşa demografîka bajarê Orşelîm-Qudsê li ber çav bigire û statuya wî bajarî bi berçavgirtina her du aliyên Îsraîlî-Felestînî were diyarkirin.

 

Li gorî agahiyan, pêşnûmeya Misirê ku ji aliyê 14 welatên endamên Encumena Asayişa Navdewletî ve dihat piştgirîkirin, ji aliyê Nûnera Amerîkayê li Netewên Yekgirtî Nikki Haley ve hat vetokirin.

 

Roja 06-12-2017ê Serokê Amerîkayê biryara veguhastina balyozxaneya welatê xwe ji Tel Avivê bo bajarê Orşelîm-Qudsê îmza kir û bi awayekê fermî ew bajar weke paytexta Îsraîlê nas kir.

 

Biryara Trump a derbarê rewşa bajarê Orşelîm-Qudsê de rastî nerazîbûn û bertekên tund ên welatên îslamî hat. Herwiha welatên Ewropayê, Rûsya, Çîn û welatên din jî nerazîbûna xwe li hember wê biryarê nîşan dane.

 

 Li hember biryara Trump û weke bertekekê, welatên endam di Rêxistina Hevkariya Îslamî de roja 13ê Berfanbarê li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Stenbolê civiyan û bi daxuyaniyekê biryara Trump red kirin.

 

Rêxistina Hevkariya Îslamî herwiha ragihand, ku ew Orşelîm-Quds a Rojhilat weke paytexta Felestînê bi fermî nas dikin û daxwaz ji welatên din jî dikin, ku heman pêngavê bihavêjin.

 

Li ser rewşa bajarê Orşelîm-Qudsê di navbera Îsraîlê û Felestîniyan de nakokiyeke tund heye û her du alî ew bajar yê wan e.

 

Li gorî biyarnameya Netewên Yekgirtî jî divê di çaçroveya sînorê sala 1967 de du dewletên Îsraîl û Felestîn li kêleka hev werin damezrandin û aliyê rojavayê bajarê Orşelîm-Qudsê bibe paytexta îsraîlê û aliyê rojhilatê wî bajarî jî bibe paytexta Felestînê.


Nivîsîn: Sîna Soma