Kendal Nezan: Divê Kurdên Rojava daxwazên xwe û pêkhateyên din nêzîkî hev bikin
Parîs (Rûdaw) - Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan got, “Divê Kurdên Rojava yekrêz bin û daxwazên xwe û pêkhateyên din nêzîkî hev bikin.”
Roja Alaya Kurdistanê li Parîsa paytexta Fransayê bi merasîmeke berfireh hat pîrozkirin.
Merasîm li holeke mezin a Parîsê hat lidarxistin û Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo jî wekî dosteke Kurdan tê de amade bû.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan di merasîmê de ji Rûdawê re ragihand ku Alaya Kurdistanê sala 1920î hatiye amadekirin û rengên wê ji bo hemû Kurdan pîroz in.
"Di serhildana Agiriyê de hat bilindkirin"
Kendal Nezan diyar kir ku dîroka Alaya Kurdistanê vedigere 1920î û wiha got:
"Alaya Kurdistanê sala 1920î, di wê demê de ku biryar bû Kurdistanek bê avakirin, ji aliyê welatparêzên Kurd ve hat amadekirin.
Ev ala piştî wê, di navbera salên 1927-1930î de di dema Serhildana Agiriyê de, li ser Çiyayê Agiriyê ji aliyê Îhsan Nûrî Paşa ve hat bilindkirin. Paşê çû Komara Mehabadê."
"Rengê sor nîşaneya agirê Zerdeştî ye"
Nezan destnîşan kir ku rengên vê alayê ji bo hemû Kurdan pîroz in û li ser wateya rengên wê got:
"Rengê kesk nîşana vejîna jiyanê ye. Rengê sor agir e, ya me ne xwîn e, sorbûn rengê agirê Zerdeştî ye."
“Dosta dildar a Kurdan”
Kendal Nezan beşdariya Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo di merasîmê de girîng nirxand û got:
"Seroka Şaredariya Parîsê gelekî girîng e, ji ber ku ne tenê seroka şaredariya vî bajarî ye, di heman demê de seroka hemû şaredariyên cîhanê yên Fransîaxêv e.
Çendîn sal e dosteke gelekî hêja ya miletê Kurd e. Piştevaniya Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye. Şaredariya Amedê qebûl kir û piştevaniya Enstîtuyê dike."
Peyama ji bo Rojavayê Kurdistanê: Yekrêzî û Destûra Nû
Kendal Nezan di mijara rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de peyameke zelal da Kurdan.
Nezan got, "Beriya her tiştî divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê yekrêz bin" û wiha pê de çû:
"Ya duyem jî, divê bi pêkhateyên din ên wekî Xiristiyan, Elewî û Durziyan re daxwaza xwe nêzîkî hev bikin û daxwaza meclisekê bikin ku bibe damezirênera destûreke nû. Destûreke nû ya bi rêya demokratîk.
Her wiha divê Kurdên hemû parçeyan piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin çimkî saleke gelekî girîng e."
Nezan her wiha da zanîn ku Fransa piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê û Serokkomar Emmanuel Macron hewl daye ku aliyên Kurd û Sûriyeyî li Parîsê bîne cem hev lê hinek aliyên din, bi taybetî Tirkiye, rê li ber vê yekê girtiye.