Macron ji Rûdawê re got: Ajandaya me ya li Îraqê aramî û serwerî ye

Bruksel (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Rûdawê re got ku ajandaya wan a li Îraqê aramî û serwerî ye.

Lîderên Yekîtiya Ewropayê ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê li Brukselê dicivin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsên rojnamegeran bersivand û bersiv da pirsa me ya derbarê Îraqê û got:

"Ez piştevaniya xwe ya ji bo gelê Îraqê ducare dikim. Her wiha hêviya aramî û serweriya Îraqê dikim. Ev ajandaya me ye."

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Mijdara 2025an hatibûn kirin û Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 14ê Kanûna Pêşîn a 2025an encamên hilbijartinan bi awayekî fermî pesend kiribûn.

Hewldanên aliyan ên ji bo pêkanîna hikûmeta nû berdewam dikin.

Ukrayna

Macron li ser pirsa "Gelo bikaranîna samanên blokkirî yên Rûsyayê derfeta dawî ye ji bo Ukraynayê?" got ku hewlên navneteweyî yên ji bo piştevaniya Ukraynayê berdewam dikin û anî zimên:

"Xwesteka me ya li vê derê û di vê civînê de ew e ku em pakêteke darayî pêşkêş bikin da ku em zelaliyeke zêdetir dabîn bikin."

Tê çaverêkirin ku serkirdeyên Ewropayê di civînê de biryarê li ser çarenivîsa 247 milyar dolarên Rûsyayê yên blokkirî bidin bê ma dikarin wekî piştevaniya darayî bidin Ukraynayê.

"Helwest zelal e"

Macron geşbîniya xwe nîşan da û got, "Gelekî girîng e ku em bigihêjin rêkeftineke guncav û ez jî piştrast im ku em dê bigihêjin rêkeftinê."

Serokê Fransayê helwesta yekgirtî ya Ewropayê ducare kir û got:

"Helwesta Ewropayiyan gelekî zelal e. Em di hewlên cengê de piştgiriyê didin Ukraynayê.

Em dixwazin kifşkirinekê bidin Ukraynayê û em piştevaniya aştiyeke qayîm û bi hêz dikin.

Ji ber vê yekê em bi hev re şopandina dan û standinan dikin û em dê karê hevpeymaniyê jî temam bikin."