Ewropa ji bo Ukraynayê dicive: Çarenivîsa 247 milyar dolarên Rûsyayê diyar dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê dest bi civîneke "çarenivîsaz" kir.

Mijara sereke ya lûtkeya du rojî, diyarkirina çarenivîsa 247 milyar dolarên Rûsyayê yên cemidandî ye, bi armanca dabînkirina piştgiriya darayî ji bo Ukraynayê di du salên bê de.

Di çarçoveya civînê de, nûçegihana Rûdawê derbarê şerê Ukraynayê, pirsa koçê û her wiha peyama wan a ji bo hikûmeta nû ya Îraqê ji hinek serkirdeyên bilind ên Ewropayê pirsî.

Macron: Em piştgiriyê didin serweriya Îraqê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Rûdawê re got ku ajandaya wan a li Îraqê aramî û serwerî ye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsên rojnamegeran bersivand û bersiv da pirsa me ya derbarê Îraqê û got:

"Ez piştevaniya xwe ya ji bo gelê Îraqê ducare dikim. Her wiha hêviya aramî û serweriya Îraqê dikim. Ev ajandaya me ye."

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Mijdara 2025an hatibûn kirin û Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 14ê Kanûna Pêşîn a 2025an encamên hilbijartinan bi awayekî fermî pesend kiribûn.

Hewldanên aliyan ên ji bo pêkanîna hikûmeta nû berdewam dikin.

Ukrayna

Macron li ser pirsa "Gelo bikaranîna samanên blokkirî yên Rûsyayê derfeta dawî ye ji bo Ukraynayê?" got ku hewlên navneteweyî yên ji bo piştevaniya Ukraynayê berdewam dikin û anî zimên:

"Xwesteka me ya li vê derê û di vê civînê de ew e ku em pakêteke darayî pêşkêş bikin da ku em zelaliyeke zêdetir dabîn bikin."

Tê çaverêkirin ku serkirdeyên Ewropayê di civînê de biryarê li ser çarenivîsa 247 milyar dolarên Rûsyayê yên blokkirî bidin bê ma dikarin wekî piştevaniya darayî bidin Ukraynayê.

"Helwest zelal e"

Macron geşbîniya xwe nîşan da û got, "Gelekî girîng e ku em bigihêjin rêkeftineke guncav û ez jî piştrast im ku em dê bigihêjin rêkeftinê."

Serokê Fransayê helwesta yekgirtî ya Ewropayê ducare kir û got:

"Helwesta Ewropayiyan gelekî zelal e. Em di hewlên cengê de piştgiriyê didin Ukraynayê.

Em dixwazin kifşkirinekê bidin Ukraynayê û em piştevaniya aştiyeke qayîm û bi hêz dikin.

Ji ber vê yekê em bi hev re şopandina dan û standinan dikin û em dê karê hevpeymaniyê jî temam bikin."

 Almanya: Samanê Rûsyayê yekane derfet e

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ji Rûdawê re ragihand, ew li pêşiya du rojên girîng in ji bo biryardana li ser Ukraynayê û rêkeftina bazirganiyê.

Derbarê pirsa Ukraynayê de, Merz helwesta welatê xwe ji Rûdawê re ronî kir û got:

"Bi baweriya min bikaranîna samanên blokekirî yên Rûsyayê yekane derfet e.

Li pêşiya me vebijarka deynê Ewropî yan samanê Rûsyayê heye, helwesta min jî zelal e ku divê em samanê Rûsyayê bi kar bînin."

Serokwezîrê Almanyayê amaje bi wê yekê jî kir ku hefteyek e biryara dawî li ser blokekirina pereyan hatiye dayîn û Rûsya nikare bigihîje wan, lewma rêya herî baş ew e ku wekî deynekî ji bo du salên bê yên Ukraynayê were terxankirin.

Merz her wiha got, "Ez hêvîdar im em bikaribin di vê Yekîtiya Ewropayê de bi hev re rêyekê bigirin ber ku îşareteke bihêz û bibiryar bidin Rûsyayê."

"Biryarên mezin li ser peymana koçê hatine dayîn"

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsolayê ji Rûdawê re behsa pêşhatên dawî yên girêdayî siyaseta koç û penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê kir û ragihand ku biryarên girîng û mezin li ser peymana nû ya koçê hatine dayîn.

Seroka Parlamentoya Ewropayê got, "Me biryarên mezin li ser peymana koçê dane.

Sala 2024an, me piraniyeke mezin ji bo beşên cuda yên yasaya mafê penaberiyê bi dest xist."

Ev pêngava Yekîtiyê piştî salên dan û standin û nakokiyên di navbera welatên endam de tê ku armanc jê avakirina sîstemeke yekgirtî û çalak e ji bo muamelekirina li gel wê hejmara zêde ya koçber û penaberên ku berê xwe didin parzemînê.

Peymana nû çendîn rehendên yasayî û kargêrî li xwe digire, ji wan; lezkirina pêvajoya pişkinîna daxwazên penaberiyê li ser sînoran û mekanîzmayeke nû ji bo dabeşkirina berpirsyariyê di navbera welatên endam de.

Seroka Parlamentoya Ewropayê amaje bi pêngaveke din a pratîkî kir û got:

"Di du rojên borî de, me li ser lîsteya welatên sêyem ên ewle li hev kiriye."

Ev lîste wan welatan li xwe digire ku Yekîtiya Ewropayê wekî cihên ewle ji bo vegerandin an pêvajoyên daxwaza penaberan dibîne.

Di heman demê de, Metsolayê ew yek jî ronî kir ku "gotûbêja berdewam li ser têgeha welatê sêyem ê ewle di rojevê de ye."

Metsolayê tekezî li ser rola çalak a Parlamentoya Ewropayê kir û eşkere kir ku "raspardeyên bihêz di Parlamentoya Ewropayê de li ser vê mijarê hatine dayîn."

Seroka Parlamentoya Ewropayê geşbîniya xwe nîşan da derbarê paşeroja bicihanîna van yasayan û got:

"Em dibînin ku di çend mehên yekem ên sala bê de em dikarin bipêşketina rastîn derbarê vegerandinan (yên ku daxwazên wan tên redkirin) bi dest bixin."

"Rûsya behsê li ser têkçûna me dike"

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê jî ji Rûdawê re got:

"Divê Yekîtiya Ewropayê yekrêzî û berxwedana xwe li hemberî stratejiya Rûsyayê biparêze ku pişta xwe bi westandina Rojavayê girê daye."

Kallasê tekez kir ku Rûsya hewl dide wêneyekî wisa çêbike ku qaşo şiyana wê ya berxwedanê di rewşa niha de ji Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanên wê zêdetir e.

Kallasê got, "Rûsya dixwaze em wisa bifikirin ku ew dikarin ji me bêhtir li ber xwe bidin, lewma girîng e ku em nîşan bidin ku ne wisa ye."

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas wiha pê de çû:

"Tevî wan îdiayên ku Moskow dike, aboriya Rûsyayê di bin bandora sizayên navneteweyî û lêçûna zêde ya şerê Ukraynayê de rûbirûyî zexteke zêde bûye."

Em agahdar in ku aboriya Rûsyayê ne baş e, ew bi awayekî zelal behsê li ser têkçûna me dikin, lewma nabe em wê bidin wan."

137 milyar euro ji bo "Aştiya bi rêya hêzê"

Li aliyê din, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen bi zelalî hejmar eşkere kirin.

Li gorî texmînên wan û Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF), Ukrayna ji bo tijîkirina valahiya darayî di du salên bê de pêdivî bi nêzîkî 137 milyar euroyan heye.

Von der Leyenê got, "Armanceke me ya tenê heye, ew jî aştî ye ji bo Ukraynayê ye, lê aştiya bi rêya hêzê.

Em amade ne 90 milyar euroyan dabîn bikin ku dike du ji sê parên wê pereyê pêwîst."

Seroka Komîsyona Ewropayê amaje bi wê yekê kir ku gotûbêjeke dijwar di navbera endamên Yekîtiyê de tê kirin da ku bizanin pere ji budceya Yekîtiya Ewropayê bê dabînkirin an bi rêya deynekî ku pişta xwe bi samanên cemidandî yên Rûsyayê girê dide.

"Bikaranîna samanên cemidandî ne tekane vebijark e"

Serokwezîra Letonyayê Evika Silinayê ragihand, divê Yekîtiya Ewropayê di dema her kurt de bigihîje biryarekê derbarê çawaniya piştgiriya darayî ya zêdetir a Ukraynayê, lê tekez kir ku ev "ne derfeta dawî ye."

Gotûbêjên derbarê bikaranîna sermayeyên cemidandî yên Rûsyayê ji bo alîkariya Ukraynayê berdewam in, lê ev ne tekane çareserî ye."

Silinayê her wiha ji Rûdawê re got, "Sermaye (sermayeyên cemidandî yên Rûsyayê) ne yekane vebijark in, belkî piştrastî heye ku dikare (alîkarî) bi rêya deynekî be."

Serokwezîra Letonyayê tekez kir, "Her biryara di vê çarçoveyê de pêwîstî bi erêkirina hemû welatên endam heye.

Dikare ev wekî biryareke giştî ya Ewropayê were dayîn lê ji bo biryardanê pêwîstî bi lihevkirinê heye.

Lewma hîn em nizanin û ji aliyê me ve hîn (peymena) nîne."

Evika Silinay; sedema lezkirina di vê biryarê de vegerand ser rewşa meydanî ya şer û dûrketina ji aştiyê di paşeroja nêzîk de û got:

"Bi baweriya min girîng e ku em bikaribin piştgiriya Ukraynayê bikin, ji ber ku danûstandinên aştiyê her çiqasî berdewam bin jî, lê hîn di paşerojeke nêzîk de ti aştiyek pêk nayê."