Ji bo Ewropayê 'hefteya çarenivîsê': Ji bo Ukraynayê pere û dersînorkirina koçberan
Bruksel (Rûdaw) - Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê di bin siya şer û qeyrana koçberan de dest pê dike; hefteyek ku wekî "çarenivîs" ji bo parzemînê tê binavkirin.
Serokwezîrê Polonyayê bi zimanekî tund hişyarî da serkirdeyên Ewropayê û got, "Yan îro pere heye, yan jî sibê dê xwîn birije."
Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê, pirsa alîkariya Ukraynayê ye ku ji bo du salên bê pêdiviya wê bi 140 milyar euroyan heye.
Hinek welatên endam pêşniyar dikin ku samanên cemidandî yên Rûsyayê yên li bankên Belçîkayê wekî deyn bidin Kîevê, lê nebûna lihevkirinê metirsî li ser yekîtiyê çêkiriye.
Serokwezîra Letonyayê Evika Silina ji Rûdawê re ragihand, "Ev ji bo Ukraynayê ne derfeta dawî ye lê divê em bigihîjin biryarekê.
Samanên cemidandî ne tenê vebijêrk in û em dikarin deyn jî bidin, lê ji bo wê pêdiviya me bi lihevkirinê heye û heta niha Macaristan ne bi me re ye."
"Modela Rwandayê" ya ji bo koçberan
Li aliyê din, Parlamentoya Ewropayê bi piraniya dengên rastgiran pêşniyaryasayeke nû pesend kir ku şêwaza miamileya li gel penaberan diguherîne.
Li gorî yasaya nû ku wekî "Modela Rwandayê" tê naskirin, koçber bi hêsanî dersînorî "welatê sêyem" bên kirin da ku li wê derê daxwaza mafê penaberiyê bikin, tevî ku berê li wî welatî nejiyabin jî.
Serokwezîrê Awisturyayê Christian Stocker ji Rûdawê re got:
"Em di Yekîtiya Ewropayê de guherînekê dibînin ku li gorî min erênî ye.
Em mijûlî danîna rêkaran in da ku proseyên wergirtina mafê penaberiyê li sînorên derve û li welatên sêyem bên kirin.
Her wiha em kar dikin da ku proseya vegerandina koçberan hêsantir bibe, bi taybetî yên ku tawan kirine."
Parlamentoya Ewropayê welatên (Misir, Tûnis, Mexrîb, Kosova, Kolombiya, Hindistan û Bengladeş) wekî "welatên aram û biîstiqrar" pênase kirine.
Ev jî tê wê wateyê ku her koçberekî ji wan welatan be, mafê penaberiyê werinagire û rasterast tê vegerandin.