Parlamentoya Almanyayê naskirina jenosîda Kurdên Êzidî gotûbêj dike
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Almanyayê îro ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd civiya.
Parlamantoya Almanyaya civîna xwe ya ji bo gotûbêjkirina naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd dest pê kir û biryar e piştî nirxandin û gotûbêjên parlamenteran, deng li ser projeyasaya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî bê dan.
Eger ev projeyasa li parlamentoya Almanyayê bê pesendkirin wê demê Almaniya dê bibe 13emîn welat ku komkujiya Kurdên Êzdiî ji aliyê DAIŞê ve weke jenosîd nas bike.
Ji bo civîna îro, Mîrê Kurdên Êzdî û hejmareke kesayetiyên Êzidî Berlînê ne û biryar e hin hevdîtinan bi berpirsên Almanya re pêk bînin.
Projeyasa ji 20 xalan pêk tê, Serokê Dezgeha Êzdî ya Navdewletî Bo Rûbirûbûna Jenosîdê ji Rûdawê re ragehind, wan têbînî li ser xala 7 a pirojeyasayê heye.
Heya niha 12 welatan komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas kirine.