Ehmed Şer û Donald Trump bi telefonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomariya Sûriyeyê diyar kir ku Donald Trump û Ehmed Şer bi telefonê axivîn.

Serokkomariya Sûriyeyê eşkere kir ku di hevdîtineke bi telefonê de ya di navbera Ehmed Şer û Serokê Amerîkayê Donald Trump de, bipêşketinên li Sûriyeyê hatin nirxandin û tekezî li ser piştgiriya yekparçeyiya axê û têkoşîna li dijî terorê hate kirin.

Li gorî Serokkomariya Sûriyeyê her du serokan teqezî li ser giringiya parastina “yekparçeyiya axa Sûriyeyê”û serxwebûna wê kir û her wiha piştgirî da hemû wan hewlên ku armanca wan pêkanîna aramiyê ye.

Serokkomariyê Sûriyeyê da zanîn her du aliyan teqezî li ser pêwîstiya dabînkirina mafan û parastina gelê Kurd a di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de kir.

Her du alî li ser berdewamkirina hevkariya ji bo têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê û bidawîkirina gefên wê li hev kir.

Li gorî daxuyaniyê her wiha her du serokan dîtineke hevpar ji bo Sûriyeyeke bihêz û yekgirtî diyar kir ku şiyana wê ya rûbirûbûna astengiyên herêmî û navneteweyî hebe.

Di berdewamiyê daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di dema hevdîtinê de çend dosyeyên herêmî hatin nirxandin, li gel teqezîkirina li ser giringiya dayîna derfeteke nû ji bo Sûriyeyê da ku ber bi paşerojeke baştir gavan biavêje."