Li cîhanê rojiya herî kurt û herî dirêj li kû derê tê girtin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên astronomîk, îsal li cîhanê demên rojiyê dê di navbera 12 û 18 demjimêran de biguherin.
Welatên Ewropaya Bakur û Kanada di serê lîsteyê de cih digirin, rojiya herî kurt jî dê li welatên Nîvkada Başûr be.
Bi destpêkirina meha Remezanê re Misilmanên li seranserê cîhanê îbadeta xwe ya rojiyê bi cih tînin.
Lê belê dirêjiya rojan li gorî dûrbûna welatan a ji ekvator an cemseran, cudahiyên mezin nîşan dide.
Rojiya herî dirêj li Îzlanda û Greenlandê ye
Li Nîvkada Bakur bi hatina demsala biharê re roj dirêj dibin û ev jî dibe sedem ku Misilmanên li welatên bakur demeke dirêjtir rojiyê bigirin.
Li gorî daneyên Remezana 2026an, rojiya herî dirêj dê li van bajaran be:
Reykjavik (Îzlanda): 18 demjimêr û 10 xulek
Nuuk (Greenland): 17 demjimêr û 50 xulek
Helsinki (Fînlandiya): 17 demjimêr û 10 xulek
Oslo (Norwec): 17 demjimêr
Glasgow (Skotland): 16 demjimêr
Rojiya herî kurt li Zelanda Nû û Şîliyê ye
Li Nîvkada Başûr ji ber ku nêzîkî zivistanê dibin roj kurttir in.
Li van herêman dema rojiyê dikeve bin 13 demjimêran:
Christchurch (Zelandaya Nû): 12 demjimêr û 15 xulek
Puerto Montt (Şîlî): 12 demjimêr û 20 xulek
Canberra (Awistralya): 12 demjimêr û 40 xulek
Montevideo (Uruguay) û Johannesburg (Afrîkaya Başûr): Nêzîkî 12 demjimêr û 50 xulekan
Rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn
Li welatên Rojhilata Navîn û Ereban demên rojiyê nêzîkî hev in.
Li herêma ku navînî di navbera 13 û 15 demjimêran de diguhere, di navbera destpêk û dawiya Remezanê de ji ber dirêjbûna rojan ferq çêdibe.
Li Herêma Kurdistanê Misilman dê rojên ewil ên Remezanê nêzîkî 12 demjimêr û 26 xulekan rojiyê bigirin.
Ber bi dawiya mehê ve bi dirêjbûna rojan re ev dem dê derkeve 13 demjimêr û 31 xulekan.
Li welatên din ên herêmê rewş wiha ye:
Li Erebistana Siûdî û Îmarat dem nêzîkî 13,5 demjimêran e, li Misir û welatên Mexrîbê (Fas, Cezayîr, Tûnis) jî nêzîkî 14 demjimêr û 15 xulekan e.