Li Sûdanê hejmara kuştiyan bû 59
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Sûdanê ragihand ku li herêma Kordofanê ya li başûrê welêt di êrişên bi dronan de hejmara kuştiyan gihiştiye 59an.
Êrişan stargeheke koçberan û bazarek kirin armanc.
Stargeh û bazar hatin bombebarankirin
Roja duşemê, li bajarê El-Sunutê yê Kordofana Rojava, avahiyeke veterîneriyê bû hedefa êrişeke asmanî.
Di wê avahiyê de sivîlên koçber hebûn.
Li gorî rojnameya herêmî ya El-Rakobayê, di êrişê de herî kêm 28 kesan canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku di nav kuştiyan de jin û zarok jî hene û rewşa gelek birîndaran giran e.
Heman rojê, li herêma El-Safiyayê ya Kordofana Bakur jî bazarek bi dronê hat bombebarankirin.
Çavkaniyan diyar kir ku di wê êrişê de jî 31 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûn.
"Binpêkirina yasayên navneteweyî ye"
Koma Parêzerên Awarte di daxuyaniyekê de êrişên li ser bazar û tesîsên sivîlan şermezar kirin.
Komê diyar kir ku ev êriş “binpêkirina yasaya mirovî ya navneteweyî ne” û bangî aliyên şerê Sûdanê kir ku sivîlan biparêzin û şer rawestînin.
Heta niha nehatiye zanîn ku kîjan alî li pişt êrişên bi dronan e.
Li Sûdanê ji Nîsana 2023yan ve di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şerekî dijwar didome.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, di şer de bi deh hezaran kes hatine kuştin, nêzîkî 13 milyon kesan koçber bûne û ev yek jî bûye sedema yekê ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê.