Serokwezîrê Polonyayê: Zû ji Îranê derkevin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk bangî welatiyên xwe kir ku "demildest" ji Îranê derkevin.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk bangî welatiyên xwe kir ku bi lez ji Îranê derkevin û neçin Îranê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Polonyayê (PAP), Donald Tusk daxuyanî da rojnamegeran û gotiye:

“Ji kerema xwe re demildest ji Îranê derkevin û di bin ti şert û mercî de neçin wî welatî.”

"Îhtimala şer heye"

Donald Tusk diyar kir ku ew naxwaze kesî bitirsîne lê li Îranê îhtimala şer "gelekî rast e."

Tusk xwest ku ev daxwaza wî cidî were dîtin.

Serokwezîrê Polonyayê destnîşan kir ku di rewşa şer de kes nikare garantiyê bide ku welatiyên Polonyayê werin derxistin.

Tusk amaje pê kir ku berê hinek hişyarî li ber çavan nehatine girtin û vê yekê encamên cidî bi xwe re anîne.