DORTMUND – Newroz bi hezaran hat pîrozkirin!
Hewlêr (Rûdaw) – Li Almanya bi beşdariya bi hezaran kesan Newroza herî mezin a wî welatî hate pîrozkirin.
Îro bi dema Almanya di saat 16:00an de bi serperiştiya Encumena Nîştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li bajarê Dortmundê yê Almanyayê bi beşdariya zêdetirî 3000 kesan, mezintirîn çalakiya Newrozê birêve çû.
Beşdarên ji Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê alaya Kurdistanê bilind kirin û ji bo yekgirtina Kurdan dirûşmeyên ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ bi kar anîn.
Keça ji bajarê Dirbesiyê Melalîz xemgîniya xwe li ser pîrozkirina Newrozê ya li welatê xeribîyê da xuyakirin û got, “Ez Kurd im û diherim ku derê wekî kurd dîminim. Kincên xwe yên kurdî her tim bi xwe re digerînim. Rast e ku Newroz li Almanya xweş e li li bajarê me xweştir e.”
Berîvan Temo jî yek ji wan kesên ku ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe daye Almanya ye û derbarê penaberên kurdê wiha got: “Erê, Newroza Almanya xweş e lê li Qamişlo em bixwedî bûn.”
Di çalakiyê de hunermend Şivan Perwer, Ronîcan Hiso, Hemê Bavê Zêdo, Ozgur Salih, Zoro Saîd, Koma Serxwebûn konserên biçûk li dar xistin ku beşdaran bi govend û dîlanên kurdî tevlî stranan bûn.